YPG: Êrîşên komên çete û artêşa Tirk dewam dikin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, li ser êrîşên komên çete û artêşa Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û agahî da.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, li ser êrîşên komên çete û artêşa Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û agahî da.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên çeteyên qaşo Koalîsyona Sûriyeyê ne ku ENKS jî di nav de heye yên li hemberî taxa Şêx Meqsûdê dewam dikin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, roja 26'ê Gulanê komên çete bi topên cehenemê êrîş birin li ser taxa Şêx Meqsûd û di vê êrîşê de tiştek bi kesî nehatiye, lê zerar li malê sivîlan bûye.
ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK DEWAM DIKIN
Navendê diyar kir, êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin û ev agahî da: "Di çarçoveya van êrîşan de artêşa Tirk roja 26'ê Gulanê saet di 18.30 de bi çekên giran êrîş bir li ser gundê Ziyaretê yê li rojavayê Kobanê."
ÊRÎŞÊN ÇETEYÊN DAIŞ'Ê
Di dewama daxuyaniyê de, li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê jî ev agahî hatin dayîn:
"26'ê Gulanê saet di navbera 08.00-11.00 , ji saet 24:00 ê 26'ê Gulanê heta saet 06:00 ê 27'ê Gulanê çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşên cuda birin li ser rojavayê bendava Tişrîn a Kobanê.
Roja 26'ê Gulanê saet di 11.00 de çeteyên DAIŞ'ê ji çeperên xwe yên li başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin li ser bajarokê Şêxler ê Kobanê. Çeteyên DAIŞ'ê ji heman herêmê saet 10.00 de jî êrîşek cuda birin li ser gundê Qereqozax ê Kobanê.
Hêzên me yên ku cihên çeteyên êrîş lidardixistin zelal kirin, saet 21.30'an de li dijî başûrê Cerablûsê operasyonek lidar xistin. Di vê operasyonê de derbên xurt li çeperên çeteyan hatin xistin, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin."