Şervanên YPJ'ê: Em li dijî gemara hezaran salan şer dikin

"Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqqayê" ya QSD'ê dewam dike. Ji pêkhateyên QSD'ê şervanên YPJ'ê Binevş Tolhildan û Zîlan Herekol ji ANF'ê re axivîn.

Şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Tolhildan û Herekol bal kişandin ser girîngiya "Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqqayê" û gotin "Em li dijî gemara hezaran salan şer dikin."

"Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqqayê" ya QSD'ê dewam dike. Ji pêkhateyên QSD'ê şervanên YPJ'ê Binevş Tolhildan û Zîlan Herekol ji ANF'ê re axivîn.

TOLHILDAN: JI BO JINÊ TESLÎM BIGIRIN, TÎMÊN TAYBET ÊN ASAYÎŞÊ AVA KIRIN

Tolhildan bal kişand ser nêzîkatiya çeteyên DAIŞ'ê ya li jinan a li herêmên di bin kontrola wan de ne diyar kir, li van deveran destûr ji jinan re nayê dayîn ku bêyî xwe bi temamî bi paçên reş binixumîne û bêyî bav, kek an jî hevjînên wan ne li cem be, derkevin derve.

Tolhildan da xuyakirin, ku ev pêkanînên DAIŞ'ê li hemberî mêran jî derbasdar in û anî ziman, çeteyên DAIŞ'ê ji bo kincên jin û mêran jî kontrol bikin tîma taybet a asayîşê ava kirine. Tolhildan da zanîn, piraniya endamên vê tîmê, ji hevjînên çeteyan pêk tê.

Tolhildan ragihand, jinên çeteyên hatine kuştin jî, bi çeteyên din tên zewicandin û diyar kir, jin kirine 'koleya seksê'.

HEREKOL: BI RUHÊ FEDAÎ Û BÎRDOZIYÊ...

Herekol jî da xuyakirin, ku ew bi vîn û baweriyeke mezin, bi ruhê fedaî û bîrdoziyê bi ser dijmin de diçin.

Herekol diyar kir, li hemberî van çeteyên gemarî, hêza mirovan a vîn û baweriyê xurtir dibe û got, "Yên ku tu li hember şer dike, şexs nînin. Gemara hezaran salan e, sîstemeke bûye belayê serê mirovan e."

Herekol herî dawî destnîşan kir, ku serketina li hemberî dijmin, berpirsyariya wan e.

...