HPG: Di çalakiyên li Şirnexê de 3 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Starê yên li Şirnexê de qasî hatin tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

LI BESTAYÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“26’ê Gulanê saet 11.00-12.00’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên artêşa TC ên li derdora girê Dogan ku girêdayî herêma Besta a Şirnexê ye, çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiya bi çekên ferdî û sûîqestê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa TC qada çalakiyê bi hewanan bombe kir.

JI GERÎLAYÊN YJA-STARÊ ÇALAKÎ

26’ê Gulanê saet 17.00’an gerîlayên me yên YJA-STARê li hember leşkerên artêşa TC ên li derdora girê Şehîd Kendal ku li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê ye, çalakiya sûîqestê li dar xistin. Leşkerê li kuleyê hate hedefgirtin û kuştin.

27’ê Gulanê (îro) saet 10.00’an gerîlayên me yên YJA-STARê li hember leşkerên ku li derdora wesayîta dozerê ku li derdora girê Şehîdan ê li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê xebatên çêkirina rê dikir, bi çekên giran çalakî li dar xistin. Hêzên me hemwext çepera çekên giran jî hedef girtin. Di çalakiyê de wesayîta dozerê îmha bû, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkiirn. Piştî çalakiyê artêşa TC qadên derdora xwe bi tankan bombe kir.

ARTÊŞA TC LI ŞEMZÎNANÊ DEST BI OPERASYONÊ KIR

25’ê Gulanê piştî nîvro, artêşa TC li bejahiya gundên Nerkola, Navzera û Mehrî yên li qada Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonekê kir.

ARTÊŞA TIRK GUNDÊ CILANÊ BOMBE DIKE

24’ê Gulanê saet 18.00’an qereqolên Bespin, Milê Gurya û tumena Şirnexê yên li navçeya Silopiya ya Şirnexê qada Cûdî, gundê Navakara û gundê Cilanê ku gel lê dijî da ber obus, hewan û tankan. Artêşa TC bi taybet ji bo valakirina gundê Cilanê û rêyan çêbike gund bombe dike.

JI BO CERDEVANAN HIŞYARÎ

24’ê Gulanê cerdevanên Dihê û Serxetê yên Sêrtê li bejahiyê ketin nav tevgerê. Gerîlayên me ev cerdevan ferq kirin û ji mesafeyek kur di bin çavdêriyê de hatin girtin, ti destwerdan çênebû. Piştre ev cerdevanên ku berê xwe dan kûrahiya eraziyê jî ji aliyê yekîneyek me yê din a gerîla ve hatin ferqkirin û bi armanca hişyariyê gule hatin teqandin.”