Hewlêrî wê ji bo azadiya Ocalan bimeşin
Şêniyên Hewlêrê, wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sibe ber bi Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ve bimeşin.
Şêniyên Hewlêrê, wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sibe ber bi Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ve bimeşin.
Bi pêşengiya "Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî" wê Hewlêrî sibe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşin.
Di çalakiyê de wê tecrîda şidandî ya li ser Ocalan were şermezarkirin. Girseya gel wê li pêşiya sîteyên Empire li hev bicive û saet di 17:00 de dest bi meşê bike. Meş wê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê biqede.
"Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî" bang li Hewlêriyan kir ku ji bo azadiya Ocalan tevlî meşê bibin.