Berxwedana bi heybet a Nisêbînê, hikûmet hilweşand

Nisêbîna berxwedêr, tevî êrîşên bi balafirên şer, tank û topan jî têk neçû û bû tirsa dilê Erdogan. Havîna dewletê kir zivistan!

AKP/Qesr ku bi mehan e li Nisêbînê derban li ser derbeyan dixwe, hewl dide raya giştî bi xwe bide bawerkirin ku bi ser ketiye. 

Nisêbîna qedîm, cihê serhildan û şehîdan, çawa ku berxwedêrên Vîetnamê artêşa Amerîka têk bir, çawa ku YPG'ê li Kobanê çeteyên DAIŞ'ê têk bir, wê jî bi berxwedana xwe ya bi heybet hêzên dewleta Tirk ji hev xist. Nisêbiniyan li hemberî mêtîngeriyê, serketina xwerêveberiyê îlan kirin.

Bajarê Sûbarûyan, Hûrrî-Mîtannî û Mediyan, ti carî li ber zilma dagirkeran serî netewand û di her demê de ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re pêşengî kir.

Nisêbîna berxwedêr, ku di nava têkoşîna li Bakurê Kurdistanê de gelek şehîd da, tevî navê xwe yê "bajarê serhildanê" di heman demê de weke bajarê şehîdan jî tê bilêvkirin.

Nisêbînê Şoreşa Rojava jî bi coşeke mezin pêşwazî kir û helwesta xwe ya herî baş pê dizane nîşan da û bi serhildanê xwedî lê derket. Nisêbînê qîma xwe bi vê jî ne anî û bi dehan ewladên xwe tevlî Şoreşa Rojava kir, di oxira wê de şehîd da.

RAGIHANDINA XWERÊVEBERIYÊ

Piştî ku Nisêbînê di mehên havîna 2015'an de ragihand, hêzên dewleta Tirk gelek caran derketina derve "qedexe" kir û xwest bi êrîşên giran vê yekê bişikîne. Gelê Nisêbînê di berxwedan û xwerêveberiyê de israr kir û bi ti awayî ji rêya xwe venegeriya. Li her qadê dest bi parastinê kir û bi YPS/YPS Jinê re derbasî qonaxeke nû bû.

Hêzên dewleta Tirk ên kir nekir di havîna 2015'an de tiştek li Nisêbînê bi dest nexist, êdî êrîşên operasyonel danî aliyekî û di asta herî bilind de stratejiyeke şer xist dewrê. Bi meha Adarê re tevgera dagirkirinê da destpêkirin.

Li hemberî êrîşa bi dehan tank, top, obus, bi sedan maşînên zirxî, çekên giran, bi deh hezaran leşker û polîsan, hejmareke kêm a şervanên YPS'ê bi çekên ferdî û teqemeniyên bi xwe çêdikirin, dest bi berxwedanê kirin.

VÎETNAM Û KOBANÊ ANÎ BÎRA MIROVAN

Dewleta Tirk, jê hebû ku bi vê hêza xwe ya mezin wê di demeke kurt de Nisêbînê têk bibe û dirûşmên "em ê bi erdê re bikin yek" diqîriya. Lê belê ev hesab li bin guhê rastiya Nisêbînê ket. Nisêbînê mîna 'Sendroma Vîetnamê' ku gelê Vîetnamê xist nava artêşa Amerîkayê, 'Sendroma Nisêbînê' berda nava hêzên dewleta Tirk. Di heman demê de 'Sendroma Kobanê' ya çeteyên DAIŞ'ê ji hev xist, anî bîra mirovan.

Di her operasyona li hemberî taxên Devrîm, 8 Mart, Yeşîlkent, Bariş Selahattîn Eyyûbî û Yenî Tûran de, hêzên dewleta Tirk gelek kuştî da û neçar ma xwe vekişîne. Ji hefteya duyemîn û pê ve 'Sendroma Nisêbînê' ji bo hêzên dewletê xwe da der.

FERMANDARÊN OPERASYONÊ HATIN ÎMHAKIRIN

Di hefteya destpêkê ya meha Nîsanê de, serdarek (bînbaşi), midûrê tevgera taybet, berbazek û serpelek jî di nav de gelek polîs-leşker mirin. Bi vî rengî fermandarên operasyonê yên hêzên dewletê li Nisêbînê bi rê ve dibirin, bi temamî hatin îmhakirin. Di nava yên hatin îmhakirin de serdar Ahmet Kahraman ê ku êrîşên li navçeya Amed Sûrê bi rêve dibir jî hebû.

Di 7'ê Nîsanê de Serokkomarê Tirk Erdogan rabû got, "Eger pêwîstî pê hebe, ji dûr ve hemû avahiyan hilweşînin." Piştî vê daxuyaniyê, di 9'ê Nîsanê de bi biryara hikûmetê re hemû erk radestî leşkeriyê hatin kirin û ji bo hilweşandina 200 avahiyan ji dûr ve bi tank û topan êrîşê destpê kir.

Rêbaza "ji dûr ve bombekirina bajar û wargehên mirovan" ku bû sedem Serokkomarê berê yê Sirbîstanê Radovan Karadzîc li Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî mehkûm bibe, vê carê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li Nisêbînê hat bicihanîn.

SEROKÊ FERMANDARIYA GIŞTÎ BERÊ XWE DA HERÊMA OPERASYONÊ

Vê bomberdûmana ji dûr ve jî, pêşî li kuştina polîs-leşkeran negirt. Li pêşberî vê rewşa têkçûyî Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Hûlûsî Akar û Fermandarê Hêzên Bejayî Salîh Zekî Çolak hatin Mêrdînê û hewl dan pêşî li vê rewşa xwe ya têkçûyî bigirin.

BALAFIR KETIN DEWRÊ

Tevî êrîşên ewçend bi çekên giran, hêzên dewletê bênavber kuştî dan. Vê carê jî di 13'ê Gulanê de balafirên şer xist dewrê. Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li Nisêbînê barandin. Her çend Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk îdîa kir ku balafiran bomberdûman nekirine jî, çavkaniyên li herêmê û dîmenên hatine kişandin nîşan didin ku bomberdûman ji aliyê balafirên şer ve hatiye kirin.

NISÊBÎNÊ HIKÛMET TÊK BIR

Nisêbîna berxwedêr, rê li ber hilweşîna hikûmeta 64. a bi serokatiya Serokwezîr Ahmet Davûtoglû vekir. Ji ber ku hikûmeta Davûtoglû li qadên xwerêveberiyê di şer de ti serketin bi dest nexist û li Nisêbînê ji hev ket, ji aliyê Qesrê ve ji wezîfeyê hat girtin.

DAXUYANIYA YPS'Ê

Hêzên YPS'ê yên li hemberî balafirên şer, tank, top û çekên giran zêdeyî du mena li ber xwe dan, di roja 72. a berxwedana xwerêveberiyê de daxuyaniyek dan û gotin, "Di nava şert û mercên ku hêzên dewletê bi rengekî bêperwa her der ser û bin kiriye, pêwîstî pê hatiye dîtin ku pozîsyona hêzên berxwedanê were guhertin". Û bi vê daxuyaniyê ragihand ku ew hêzên xwe ji Nisêbînê vedikişînin.

BÎLANÇO TÊ VEŞARTIN

Li Nisêbînê, hejmara leşker û polîsên hatine kuştin bi sedan e. Yên birîndar bûne jî tê gotin ku pênc sed in. Her çend hêzên dewletê hewl didin kuştî û birîndarên xwe kêm nîşan bide jî, agahiyên ji çavkaniyên herêmî û nexweşxaneyê tên wergirtin, nîşan didin ku cenaze ji nexweşxaneyan tên wergirtin û li balafirgeha Mêrdînê bi dizî bi balafiran ji cihê jê hatine tên şandin. Li gorî rayedarên dewletê, hejmara polîs-leşkerên hatine kuştin 68 e. Hejmara birîndaran jî 384 e. Heman rayedarên dewletê îdîa dikin ku 438 endamên YPS'ê jiyana xwe ji dest dane, lê belê nikarin eşkere bikin bê ewqas cenaze li ku ne. Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok da xuyakirin, ku heta niha 24 cenazeyên YPS'yiyan hene. 

YÊ BI SER KET GELÊ NISÊBÎNÊ Û DAXWAZA XWERÊVEBERIYÊ YE

Ji ber bomberdûmana bi tank, top û balafirên şer, her çend avahiyên li Nisêbînê hatibin hilweşandin jî, ruhê berxwedanê li ser piyan e û ji niha ve xwerêveberiyê serketina xwe ragihandiye.