TMMOB: Cih û berhemên dîrokî ji raya giştî tên veşartin
Hevserokê TMMOB'ê yê Êlihê Mûharrem Tuzun da xuyakirin, ku cih û berhemên dîrokî yên di kolandinên li Heskîfê de nû derketine holê, ji raya giştî tên veşartin.
Hevserokê TMMOB'ê yê Êlihê Mûharrem Tuzun da xuyakirin, ku cih û berhemên dîrokî yên di kolandinên li Heskîfê de nû derketine holê, ji raya giştî tên veşartin.
Hevserokê Nûnertiya Odeya Mîmaran a Êlihê ya ser bi TMMOB'ê Mûharrem Tuzun da xuyakirin, ku di çarçoveya Qanûna Wergirtina Agahiyan de wan li ser rakirina berhemên dîrokî yên ji ber Bendava Ilisûyê, serlêdan kirine, lê belê agahî ji wan re nehatiye dayîn.
Tuzun diyar kir, di çarçoveya protokolên DSÎ, Wezareta Çand û Tûrîzmê mora xwe danîne binî de, Tirba Zeynel Beg jî di nav de 8 berhemên dîrokî wê ji şûna xwe werin rakirin û got, "Îhaleya Tirba Zeynel Beg hat kirin û me tespît kir ku ev yek bêhiqûqî ye û li dijî mewzûatê ye."
Tuzun da zanîn, ku beriya niha di gelek raporên xwe de ragihandine, nabe Tirba Zeynel Beg û berhemên din ên dîrokî ji şûna xwe werin rakirin û destnîşan kir, ku wan bi raporên xwe yên teknîkî jî nîşan dane, Tirba Zeynel Beg wê hilweşe û careke din nikare bê berhevkirin.
Tuzun ragihand, weke Odeya Mîmaran ew dikarin bi rengekî zanistî îspat bikin, ku nabe berhemên dîrokî yên li Heskîfê ji şûna xwe werin rakirin, lê belê ji ber vê eykê ti agahî bi wan re nayên parvekirin.
Tuzun anî ziman, ku bi cih û berhemên dîrokî yên emrê wan dehan hezar salî ye, ku li girikên din ên li qiraxa Çemê Dîcle û Heskîfê hatin kifşkirin, ji raya giştî tên veşartin û got, "Di kolandina ji ber bendavê de li Heskîfê gelek berhemên dîrokî derketin holê û ev ji raya giştî tên evşartin.
Hevserokê Nûnertiya Odeya Mîmaran a Êlihê Mûharrem Tuzun da xuyakirin, ku li hemberî vê projeya beriya nîv sedsalê hat amadekirin, wan helwesteke radîkal li hemberî israra dewletê girtine û got, "Dewleta bi israr hewl dide Bendava Ilisûyê biqedîne ku di destpêka sala 2017'an de av lê kom bibe. Me li ser bandora neyînî ya bendavê li ser bîra dîrokî û sîstema ekolojîk bi raporên xwe nîşan dan. Em fêm nakin ku li şûna peydakirina enerjiyê ji santralên rojê û çavkaniyên alternatîf ên enerjiyê, di çêkirina bendavan de israr tê kirin. Lewma li hemberî çêkirina bendavan me biryarên radîkal wergirtine."