Komalên Ciwan: Divê ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêber Apo biryarên radîkal bigirin
Ji Koordînasyona Komalên Ciwan Manî Awyer axaftina vekirinê ya Konferansa Tevgera Ciwanên Welatparêz kir û got, "Em bi biryar in, heta dilopa dawî ya xwîna xwe gelê xwe biparêzin."
ANF
KERKÛK
în, 27 gulanê 2016, 11:50
Konferansa bi şiyara "Ciwanên Apoyî yên rêxistinbûyî, pêşengên hêza veguherîna demokratîk in" li salona Neşet a Kerkûkê tê lidarxistin, dewam dike.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê, ji Koordînasyona Komalên Ciwan Manî Awyer mafê axaftinê wergirt, bal kişand ser qewimînên li çar parçeyên Kurdistanê, êrîşên DAIŞ'ê û dewleta Tirk û têkoşîna demokrasiyê û azadiyê ya gelê Kurd silav kir.
Awyer da xuyakirin, ku Kurd di pêvajoyeke gelekî girîng re derbas dibe, siberoj wê bi têkoşîna îro diyar bibe û destnîşan kir, ku ji bo serxistina vê têkoşînê berpirsyarî û erkên dîrokî dikevin ser milê ciwanan.
Manî Awyer ev konferans li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ciwanên Kurd pîroz kir û bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî pirsgirêkên heyî û li hemberî DAIŞ'ê helwesteke radîkal nîşan bidin.
'DIVÊ KONFERANS JI BO RÊBER APO BIRYARÊN RADÎKAL WERBIGIRE'
Awyer da zanîn, ku divê konferans ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryarên radîkal werbigire û konferans li ciwan û gelê Kurd pîroz kir.
Piştî axaftina vekirinê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo ciwanan hatin xwendin. Konferans dewam dike.