Doza ku siyasetmedarên Kurd tên darizandin hat taloqkirin
Rûniştina duyemîn a doza der heqê 23 siyasetmedarên Kurd bi dawî bû. Di rûniştinê de daxwaza dermankirinê ya Çagan hate redkirin.
Rûniştina duyemîn a doza der heqê 23 siyasetmedarên Kurd bi dawî bû. Di rûniştinê de daxwaza dermankirinê ya Çagan hate redkirin.
Rûniştina doza 17 jê girtî 23 siyasetmedarên Kurd li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Erdîşê hat dîtin. Di rûniştina dozê de siyasetmedar Dilan Dogan, Emrullah Denizman, Salih Ergul, Mustafa Akyuz, Fesih Agtepe û Kadir Koroglu hatin berdan. Rûniştina dozê taloqî 14'ê Tîrmehê hat kirin.
Rûniştina doza Hevşaredarên Erdîşa Wanê Diba Keskin jî di nav de 17 girtî 23 siyasetmedarên Kurd li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Erdîşê hat dîtin. Rûniştina dozê bi îfadedayîna Hevserokê DBP'a Wanê Munîr Aras û Wekilê Hevşaredarê Erdîşê Guler Avci destpê kir. Di rûniştina dozê de siyasetmedar Dilan Dogan, Emrullah Denizman, Salih Ergul, Mustafa Akyuz, Fesih Agtepe û Kadir Koroglu hatin berdan. Rûniştina dozê taloqî 14'ê Tîrmehê hat kirin.