Şehîdên meha Gulanê li Frankfûrtê hatin bîranîn
Şehîdên meha Gulanê li Frankfûrtê hatin bîranîn. Di bîranînê de banga xurtkirina têkoşîn û rêxistinbûyînê hat kirin.
Şehîdên meha Gulanê li Frankfûrtê hatin bîranîn. Di bîranînê de banga xurtkirina têkoşîn û rêxistinbûyînê hat kirin.
Şehîdên meha Gulanê li Frankfûrtê hatin bîranîn. Di bîranînê de banga xurtkirina têkoşîn û rêxistinbûyînê hat kirin. Merasîma bîranînê bi pêşengiya Komîsyona Malbatên Şehîdan û Windahiyan a Frankfûrtê hat lidarxistin. Bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hanaû Kamîl Tekdal peyivî û got, "Em xwedî li têkoşîna bi rûmet a şehîdên me ji me re hiştine, derkevin."
Li ser navê KOMAW'ê Ahmet Aktaş jî got, "Di gihaştina vê qonaxê de, keda hevrêyên me yên şehîd ketine, bi taybetî yên di meha Gulanê de şehîd ketine, gelekî zêde ye. Bi taybetî hevalê Hakî Karer, tevî ku Tirk e jî ji bo me canê xwe feda kir. Têkoşîna Hakî ya ji bo gelê Kurd bûye nîşaneyek, îro li çar parçeyên Kurdistanê belav bûye. Divê em xwedî li vê têkoşîna bi rûmet derkevin."
'RUHÊ ŞOREŞGERÎ YÊ KARER LI BER XWE DIDE!'
Li ser navê NAV-DEM'ê Huseyîn Acar mafê axaftinê wergirt û anî ziman, ku îmkanê wî çêbûye Hakî Karer nas bike. Acar got, "Dewletê dizanîbû Hakî Karer bandoreke xurt li Dîlokê dike; lewma ew qetil kir. Hakî Karer ji wî kesê çek lê kişand re got, 'şoreşgerek ti carî ji mirinê natirse' û sekna şoreşgerî nîşan da. Ruhê şoreşgerî yê Hakî Karer îro li Nisêbîn, Cizîr û Sûrê li ber xwe dide."