Hevseroka ÎHD'ê ya Rihayê Nahîde Polat diyar kir, hewl tê dayîn înfazên di dema dawî de li bajêr tên kirin rewa werin nîşandan û anî ziman, bi îşkence û zexta di binê çavan de tê kirin, polîtîkaya çavtirsandin û bêdengkirinê tê meşandin.
FERHAT ARSLAN
ÊLIH
în, 27 gulanê 2016, 07:16
Hevseroka ÎHD'ê ya Rihayê Nahîde Polat diyar kir, hewl tê dayîn înfazên di dema dawî de li bajêr tên kirin rewa werin nîşandan û anî ziman, bi îşkence û zexta di binê çavan de tê kirin, polîtîkaya çavtirsandin û bêdengkirinê tê meşandin.
Hevseroka ÎHD'ê ya Rihayê parêzer Nahîde Polat a li dijî binpêkirina mafên mirovan û bêhiqûqiya li bajêr têdikoşe, işaret bi bûyerên înfazê yên dema dawî li Rihayê diqewimin. Polat da xuyakirin, ku înfazên ji aliyê polîsên tîmên taybet ve tên kirin, bi zanebûn û kêfî tên kirin.
'HEWL DIDIN ÎNFAZAN REWA NÎŞAN BIDIN'
Nahîde Polat bibîr xist, ku li navçeya Karakopru ya Rihayê, bi hinceta 'li hişyariya bisekine guhdarî nekiriye' kesek hatiye înfazkirin û bi gotina 'wê çalakî lidar bixista', 'terorîst' hewl hatiye dayîn ev înfaz rewa bê nîşandan. Polat got, "Eger mirovê li kêlekê bi birîndarî hat zevtkirin, kesê hatiye kuştin jî dikarîbû bi birîndarî bihata girtin. Kuştin, ji ber binpêkirina mafê jiyanê, binpêkirina mafê mirovan e. Malbata Cuneyt Aydar ê hat kuştin, serî li komeleya me da. Cenazeyê wî ji cihê lê ji dayik bû Sêrtê re hat şandin. Malbatê da xuyakirin, ku ew ê piştre bê li Rihayê serî li dadgehê bide. Der barê rapora tiba edlî de ti agahî ji malbatê re nehat dayîn. Guleyek li serî ket û bi vî rengî jiyana xwe ji dest da. Kesê birîndar jî hat girtin. Hat gotin, 'kesê li Wêranşarê hatiye kuştin endamê YPG'ê ye' û bi vî rengî dixwazin înfazê rewa bikin."
'BI ZEXTÊ HEWL DIDIN ÇAVÊ MIROVAN BITIRSÎNIN Û BÊDENG BIKIN'
Polat li ser binpêkirina mafên mirovan a di binê çavan û girtinê de li Rihayê rû dan axivî û got, "Mîna li her derê, li Rihayê jî girtin û binçavkirin di dema dawî de zêde bûye. Ev yek ji ber polîtîkaya çavtirsandin û bêdengkirinê ye. Bi vî rengî dixwazin zextê bikin û bêdeng bikin. Her wiha xebatên me yên li ser bûyerên îşkenceyê yên li emniyetên navçeyan û Şaxê TEM'ê dewam dikin. Di demeke kurt de em ê raporekê li ser wê amade bikin. Hem li Rihayê hem jî li gelek deverên din mafên mirovan tên binpêkirin. Binpêkirina mafên mirovan derketiye asta herî bilind. Weke ÎHD, ji bo darizandina kesên rê li ber van binpêkirinan vedikin, em dixebitin."