Di roja sêyemîn a operasyona Reqqayê de çi qewimîn?

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li hemberî bakurê 'paytexta xîlafetê' ya çeteyên DAIŞ'ê Reqqayê dest bi operasyona rizgarkirinê kirine, di roja sêyemîn de gav bi gav bi pêş de diçin.

Operasyona rizgarkirina bakurê Reqqayê ya şervanên QSD'ê gav bi gav bi pêş de diçe. Di roja sêyemîn a operasyonê de gelek bûyer qewimîn.

ROJA SÊYEMÎN A PÊNGAVA RIZGARIYÊ

* Hêzên QSD'ê, li gundê Nemrûdiyê yê 6 km li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa ye û di di roja duyemîn a pêngavê de hat rizgarkirin, beşek ji cebilxaneyan ji ser çeteyên hatin kuştin rakirin.

* Tîmên pispor ên hêzên QSD'ê li gundê Nemrûdiyê karê rakirina mayînan û lêgerînê, dewam kirin.

* Di çarçoveya operasyona rizgarkirina bakurê Reqqayê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk komên nû yên şervanan anîn herêmên operasyonê.

* Şervanên QSD'ê bi çekên giran baregehên çeteyên DAIŞ'ê yên li Reqqayê hedef girtin. Şervanên QSD'ê, bi çekên giran li girê Şahîn ê li nêzî gundên El Milêhan, El Edriyê, Til Mifîş û El Hîşê xistin.

* Encamên êrîşa bi çekên giran a QSD'ê, nehatin bidestxistin.

* QSD'ê li gundê Hişê yê 8 km li başûrê bajarokê Eyn Îsa ye, di şerê saet di 16:25'an de 10 çeteyên DAIŞ'ê kuştin. Pêşdeçûna hêzên QSD'ê li herêmê dewam dike.

* Di şerê ku 2 gund ji çeteyan hatin paqijkirin û 20 çete hatin kuştin de, hawanek ji 120 mm'yî hat rûxandin. Navenda Ragihandinê ya QSD'ê li ser encamên 25'ê Gulanê yên operasyona li bakurê Reqqayê ev daxuyanî da:

'Di çarçoveya pêngava rizgarkirina bakurê Reqqayê de hêzên me li gorî plana hatiye kirin roja 25'ê Gulanê pêdeçûna xwe dewam kirine. Di encama şerê dijwar de hêzên me gundên Mitemeşrice û Hezeriyatê azad kirin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin di vî şerî de 20 çete hatine kuştin, hawanek ji 120 mm'yî ya çeteyan hatiye rûxandin.'

* Operasyona rizgarkirina bakurê Reqqayê ya hêzên QSD'ê di roja sêyemîn de bi rengekî serketî dewam kir. Bi destpêkirina operasyonê re panîk ket nava çeteyên li Reqqayê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, duh danê sibehê gelek çeteyên DAIŞ'ê ji Reqqayê reviyan e. Çavkaniyan diyar kirin, çete tevî malbatên xwe ji Reqqayê reviyan e û li gundikên li başûrê Reqqayê bi cih bûne.

* Li aliyê din çete nahêlin welatî ji Reqqayê derkevin û mirovên sivîl ji xwe re weke mertal bi kar tînin.

OPERASYONA RIZGARKIRINÊ DI ÇAPEMENIYA EREB DE YE

Bi qasî çapemeniya cîhanê, çapemeniya Ereb jî cihekî berfireh dide pêngava hêzên QSD'ê ya ji bo rizgarkirina bakurê Reqqayê.

Rojnameya El Cerîde ev operasyon di rûpela xwe ya sereke de bi nûçeya bi serenavê "Zerara Reqqa ya li DAIŞ'ê' weşand.

Di nûçeyê de tê ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê gelek çek û cebilxane sewqî Reqqayê kirine. Di nûçeyê de hat ragihandin, piştî ku ciwanên Kurd, Ereb û ji gelên din ên di nava QSD'ê de cih digirin dest bi operasyonê kirin, çeteyên DAIŞ'ê yên li bajêr dest bi terikandina vî bajarî kirine.

Rojnameya El Hayat jî cih da hevpyevînek bi berdevkê fermî yê QSD'ê Talal Alî Sulo.

MIROVÊN JI REQQAYÊ KOÇ DIKIN, XWE LI KOBANÊ DIGIRIN

Gelek penaberên ji Minbic û Reqqayê koç dikin, xwe li Kampa Miştenûrê ya li Kobanê digirin.

Penaberên hatine Kobanê dibêjin, ew gelekî bi hêvî û bawer in ku şervanên QSD'ê wê xaka wan azad bikin.

KOÇBERÊN HATINE KOBANÊ: EM HETA DAWIYÊ BI HÊZÊN QSD'Ê PIŞTRAST IN

Piştî destpêkirina operasyona QSD'ê ya ji bo rizgarkirina bakurê Reqqayê, hejmara mirovên ji zilma çeteyên DAIŞ'ê direvin Mebrûka û Kobanê zêde dibe.

Hînê xizmên van mirovên ji neçarî kom kirine, li Reqqayê di bin zilma DAIŞ'ê de ne.

Welatiyê ji Reqqayê dan xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê malên wan talan kirine, zilmeke giran li gelê li herêmên bakurê Reqqayê dikin û destnîşan kirin, ku ew heta dawiyê bi şervanên QSD'ê piştrast in. Welatiyan gotin, "Ti zilm û mirina me ji destê çeteyan nedîtin nema. Yên ku dawî li vê zilmê bînin û me rizgar bikin, şervanên QSD'ê ne."

...