Fermandara QSD’ê Rojda Felat got, “Em bi vê pêngavê bi tevlîbûna şervanên QSD’ê re ji bo rizgarkirina bakurê Reqayê li dar dixin” û bang li her kesî kir ku xwedî li vê pêngavê derkevin û li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi çalak têbikoşin.
Fermandara QSD’ê Rojda Felat ji ANF’ê re axivî. Felat wiha got: “Em bi vê pêngavê bi tevlîbûna şervanên QSD’ê re ji bo rizgarkirina bakurê Reqayê li dar dixin.”
Fermandara QSD’ê Rojda Felat got ev pêngava rizgarkirina bakurê Reqayê li dijî êrîşên ku li Cizîr, Girê Spî, Kobanê û li tevahiya Sûriyeyê yekîtiya gelan dike hedef re bersivek hêzên demokratîk şoreşger e.
Felat diyar kir ku wê li her qadê li çeteyên DAIŞ’ê bidin. Rojda Felat bang li her kesî kir ku xwedî li pêngava rizgarkirinê derkevin û bi têkoşînek çalak li dijî çeteyên DAIŞ’ê rawestin.
Rojda Felat ragihand ku operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê ku bi tevlîbûna tevahî tabûrên di bin sêwana QSD’ê û balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî pêk tê, wê bi serkeftinê bi encam bibe. Felat destnîşan kir ku vê pêngavê li ser daxwaza zêde ya gelên herêmê destpê kirine, anî ziman ku armanca wan bersivandina daxwazên gel e, wê bi vê pêngavê jî gel ji zilma çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin.