Li Şirnexê bomberdûman dijwar bû
Li Şirnexê tank û panzerên ku xistîn nava taxan bi awayekî bênavber taxan bombedûman dikin. Li bajêr şerên dijwar diqewimin.

Êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê di roja 70. De li Şirnexê dewam dikin, ji saetên şevê ve tank û panzerên ku xistine nava taxan bênavber taxan bombe dikin.
Di saetên şevê de li Taxên Bahçelîevler, Yenî, Îsmepaşa, Gazîpaşa û Aydinlikevlerê gelek tank û panzer li serê kolanan bi cih kirin. Bi ketina tarîtiyê re gelek malên ku hatin bomberdûmankirin hilweşiyan; toz û dûmanê asîmanê bajêr pêçaye.
Li taxê cih bi cih şerên dijwar diqewimin, sewqiyata leşkeran a li bajêr jî didome.