FLAŞ

Li Şirnexê wesayîta zirxî hate îmhakirin

Li Taxa Bahçelîevlerê ya Şirnexê wesayîtekî zirxî ya kobra hate îmhakirin.

Li Şirnexê ku êrîşên hêzên dewletê kete roja 73'emîn û pevçûnên dijwar diqewimin. Li bajar bombebaran bênavber berdewam dike hate hinbûnê ku wesayîtekî zirxî ya kobra hatiye îmhakirin.

Li dijî Taxa Bahçelîevlerê jî topebaran didome. Li taxê du bilind dibe û hate hînbûn ku di rê de teqemeniyek, teqiya. Der barê mirî û birîndaran de agahî nehat girtin, pevçûn li Navenda Lênêrînê ya Riyên Bejahiyê û Hekîmevî didome.

Li Taxên Yenîmahalle û Gazîpaşayê jî hêzên dewletê bi pank û panzeran ve ketin taxê û malan bombebaran dikin. Dîsa li taxên Îsmetpaşa û Cumhuriyetê jî gelek mal û kargeh hatin şewitandin.