Endamê Reveberiya OGC'ê Ertaş hate binçavkirin

Endamê Rêveberiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad Mehmet Alî Ertaş ji aliyê polîsên Qesrê ve hate binçavkirin. Ertaş piştî demeke hate berdan .

Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) dema xwest daxuyaniyê bide, çeteyên Qesrê êrîş kirin.

Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) dema xwest li avahiya xwe ya li navçeya Sûr a Amedê hatiye xirakirin civîna çapemeniyê li dar bixe ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin. Dema ku endamên cemiyetê xwestin li ber avahiya xwe daxuyaniyê bidin çeteyên Qesrê bi çekên lûledirêj ve hewl dan ku bikevin hundir. Polîsên Qesrê  îdîa kirin ku biryara walîtiyê heye û li Sûrê daxuyanî, civîn, meş û çalakî wê nebe.

Endamên Rêveberiya OGC'ê Mehmet Alî Ertaş xwest ku polîs biryarê bi nivîskî nîşanî wan bidin, polîsan jî gotin ku ew ji bo biryarê ragihînin hatine. Polîsan gotina "ne zehmet e, em dikarin bi biryara dozgeriyê jî bikevin hundir" û nasnameya Ertaş kontrol kirin. Di kontorola polîsan bi hinceta ku Ertaş "qaçaxê leşkeriyê" ye xwestin wî binçav bikin. Ertaş got ku ew ê piştî daxuyaniyê biçe îfadeyê bide, lê bi zorê polîsan ew birin Midûriyeta Polîsan a Sûrê.

Li kolana cemiyetê rawestîna polîsan didome. Ertaş ê ku birin qereqolê jî piştî demeke hate berdan.