Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Galîn hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Îbrahîm Galîn li Licê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Îbrahîm Galîn li Licê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Îbrahîm Galîn (Seyîtxan Biryas) ê ku li Erzînganê di şer de jiyana xwe ji dest da ji Saziya Tiba Edlî ya Erzîromê hate wergirtin û anîn navçeya Licê ya Amedê. Darbesta cenaze li pêşiya navçeyê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin û anîn taxa Biryasê. Li mizgeftê piştî ku wecîbeyên olî hatin bicihanîn cenaze bi dirûşman anîn goristanê. Piştî ku cenaze bi duayan hate definkirin rêz hate girtin.
Hevserokê MEYA-DER'ê Kazim Pervane axivî û wiha got: "Seyîtxan û hevalên wî li Dersîm, Amed û gelek çiyayên Kurdistanê têkoşiyan û ji bo azadiya gelê Kurd şehîd ketin."
Piştî axaftinan girse derbasî Mala Şînê ya Biryasê bû