Avesta: Serdest tengav bûne, têk diçin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta: Şerê rûmetê yê li dijî faşîzmê bi ser dikeve. Vê berxwedanê sîstema hêzên serdest tengav kiriye û ji hev xistiye. Serdest bêçare man e. Têk diçin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, ji Radyoya Dengê Kurdistanê re axivî û pêvajoya dawî ya siyasî nirxand.

Avesta bi bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest bi axaftina xwe kir û işaret bi girîngiya pêvajoya heyî kir. Avesta da xuyakirin, ku bala mirovahiyê li ser vê pêvajoyê ye û got, "Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) û Yekîneyên Parastina Sivîlan ên Jinê (YPS-Jin) di serî de li Cizîra Botan, Sûr, Gever, Kerboran û herî dawî li Nisêbîn û Şirnexê di asteke bilind de têkoşiyan, li ber xwe dan û li ber xwe didin. Li pêşberî vê berxwedanê Qesr tengav bûye. Qesra ku bêçar maye, gel qetil dike, hewl dide qir bike û polîtîkayeke kirêt dimeşîne."

Sozdar Avesta bal kişand ser nakokiyên navxweyî yên li nava AKP'ê û anî ziman, piştî berxwedana li Bakurê Kurdistanê AKP deriziye û Erdogan ji ber ku bêçare maye hewl daye vê rewşa xwe bi rê û rêbazên cuda binixumîne.

Avesta da xuyakirin, ku dewleta Tirk ber bi karesatekê ve çûye, her gavê dikare ji kendêl wer bibe û got, "AKP tengav bûye. AKP û Qesr di şexsê Davûtoglû de têk çûne. Hewl dan kirasekî li vê têkçûna xwe bikin. Bi taybetî dûrxistina Davûtoglû ji wezîfeyê û bicihkirina kesekî din li şûan wî, têkçûna Erdogan radixe pêş çavan. Çiqasî ji wan tê bila hewl bidin rûyê xwe yê rastî veşêrin, lê rastî li pêş çavan e."

Avesta destnîşan kir, ku ya di vê pêvajoyê de winda kir faşîzma AKP'ê ye, ya bi ser ket vîna gelan e, sekna berxwedêr, bi rûmet û pîroz a gelê Kurd e, şervanên azadiyê ne. 

'NISÊBÎNÊ BI SEKNA XWE YA BI RÛMET, DIJMIN JI HEV XIST'

Avesta berxwedana li Nisêbînê nirxand û anî ziman, pratîka Nisêbînê vîna gel a têk naçe careke din nîşan da. Avesta ragihand, Qesrê xwest senaryoya li Cizîra Botan, li Sûrê kişand li Nisêbînê jî bixe meriyetê, lê belê bi ser neket û got, "Niha li Nisêbînê bi hezaran mirovên sivîl dijîn. Ti ji wan xaka xwe neterikand. Gelê Nisêbînê bi gel, ciwan û jinan bi mehan li ber xwe da. Gelê Nisêbînê xwe parast."

Sozdar Avesta da zanîn, ku dewleta Tirk li Nisêbînê winda kiriye û got, "Psîkolojiya leşkeran xera bû, ketin nava travmayê. Ji wezîfeyê girtina Serokwezîr encama vê pratîkê ye. Nisêbînê ne tenê li hemberî faşîzmê li ber xwe da, di heman demê de bi sekna xwe ya bi rûmet dijmin ji hev xist."

'EGER HÊZEKE DIVÊ JI ŞENGALÊ DERKEVE HEBE, EW JÎ PÊŞMERGE YE'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta di dewama axaftina xwe de polîtîka û nêzîkatiyên PDK'ê jî nirxand û anî ziman, PDK'ê çarenûsa xwe bi çarenûsa AKP'ê ve girê daye. Avesta bersiv da Barzanî yê ku dixwaze Tevgera Azadiyê ji Şengalê derkeve û got, "Eger hêzekî ji Şengalê derkeve hebe, ew jî pêşmerge ne."

Avesta ev bersiv da:

"Dipirsin dibêjin; çima Tevgera Azadiyê li Şengalê ye? Çima ji Şengalê dernakeve? Bila vê pirsê ji xwe bipirsin. Bila ji xwe bipirsin bê Tevgera Azadiyê çima li Şengalê ye. Çima Tevgera Azadiyê beriya 30 salan ne li Şengalê, Mexmûrê, Kerkûkê bû, lê niha li van deveran e. Ji ber ku wan ji bo vê herêma Kurdistanê wezîfeya xwe bi cih nanîn. Gelê Başûrê Kurdistanê bêparastin, bêrêxistin hiştin û parçe parçe kirin. Ji ber vê yekê di 3'ê Tebaxa 2014'an de tevî çeteyên DAIŞ'ê ferman li ser civaka Êzidî rakirin. Tevgera Azadiyê jî gelê bêparastin parast, dest li herêmê werda, herêm ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kir, sekna xwe ya neteweyî bi vî rengî nîşan da. Li şûna ku vê yekê teqdîr bikin û nas bikin, tevî dewleta Tirk a destekê dide çeteyên DAIŞ'ê li ser Şengalê, li ser civaka Êzidî şerekî kirêt dimeşînin. Ji gelê Şengalê re dibêje 'li hemberî PKK'ê şer îlan bikin'. Mesûd Barzanî li Sihêle bi kesên bi xwe ve girêdayî û di bin kontrola xwe de civînek pêk anî. Di vê civîna ku ferdên ji civaka Êzidî, rûspiyên Êzidiyan û pêşmerge amade bûn de, rojev li ser yek xalê meşiya. Ew xal jî, şerê li dijî tevgera PKK'ê bû. Dibêje ya hûnê wan tercîh bikin yan jî hûnê min. Dibêje hûnê wan ji Şengalê derxînin. Ez jî ji Barzanî dipirsim. Gelo xwestina vî tiştî ji civaka Êzidî tê çi wateyê? Xwestina vî tiştî ji civaka Êzidî tê wateya bêrûmethiştina civaka Êzidî. Tê wateya dijderketina li nirxên Êzidiyan. Mesûd Barzanî jî baş dizane; di felsefeya Êzidiyan de, di baweriya Êzidiyan de ev feraset heye 'Eger kesekî başiyek bi te kir, divê tu du caran başiyê pê re bike'."

'DIVÊ PDK HESABÊ SÛCÊN XWE YÊN LI HEMBERÎ GEL KIRIYE BIDE'

Avesta da xuyakirin, ku civaka Êzidî wê neyê van lîstikan, neyên van provokasyonan û got, "Bila Barzanî destê xwe ji van bûyeran, ji dorpêçkirina Şengalê vekişîne. Dibêje ya ez yan jî ew. Eger gelekî dixwaze, dikare ji Şengalê vekişe. Çima Êzidiyan li hemberî hev radike. Eger hêzeke ji Şengalê derkeve hebe, ew jî hêzên pêşmergeyan e, hêzên ev civak bêparastin hiştine, hêzên ev civak bi qirkirin û komkujiyê re rû bi rû hiştine, hêzên rûmet, şeref, namûs û hebûna vî gelÎ binpê kirine. Heta niha aqûbeta bi hezaran jin û dayikan nayê zanîn. Yên ev kirine divê hesabê van bidin. Eger heta niha dadgehên civaka Êzidî nehatibin avakirin, ev yek ji ber bêrêxistinbûyîna wan e. Pêwîste PDK hesabê vê bide. Bila li dadgehên navneteweyî hesabê vî sûcê li hemberî gel kiriye, bide. Ji niha û pê ve civaka Êzidî wê bi xwe biryarê bide çawa xwe bi rêxistin bike, çawa xwe bi rê ve bibe. Ev biryar biryara vîna wan e."

'SIBEROJ WÊ YA GELAN BE'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta di dawiya axaftina xwe de bang li civaka Êzidî kir ku rêxistinbûyîna xwe xurtir bike, serî li ber gef, şantaj, çavtirsandinê netewînin, hîn bêhtir li ber xwe bidin û got, "Divê êdî li dijî siyaseta kirêt derkevin. Hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin. Bi vê munasebetê gelê Şengalê, yê tevahiya Başûrê Kurdistanê û raya giştî li hemberî pêkanînên Erdogan, PDK û hevkarên wan bêdeng nemînin."

Avesta bal kişand ser serdana CPT a li Girava Îmraliyê jî û got, "Divê CPT tavilê rapora xwe eşkere bike. Em ji tenduristiya Rêber Apo bi fikar in. Em nizanin bê Rêberê me çawa dijî. Di vê der barê de divê daxuyaniyê bide. Bila êdî CPT bes bibe hevparê sûc."

Avesta bang li hemû jin û ciwanan kir ku li her cihî pêşengiyê ji berxwedana bi rûmet re bikin, cihê xwe di nava yekîneyên parastinê de bigirin û got, "Şerê rûmetê yê li hemberî faşîzmê bi ser dikeve. Vê berxwedanê sîstema hêzên serdest tengav kiriye û ji hev xistiye. Serdest bêçare man e. Têk diçin. Em yekîtiya gel xurtir bikin, berxwedanê û têkoşînê mezin bikin. Şervanên azadiyê gerîlayên HPG, YJA Starê sîstema dewleta Tirk ji hev xistine, debên mezin lê didin. Gel li ser piyan e, tevger bi giştî li ber xwe dide. Dîrokê li Vîetnamê, li Kubayê, li Kobanê nîşan da; yên dixwazin ji serdestiya faşîzmê rizgar bibin jî dîtin;  siberoj a gelan e, a jinan e."