Çeteyên Qesrê, li Şirnexê bi teqemeniyan malan hildiweşînin

Çeteyên Qesrê, li Şirnexê bi teqemeniyan hilweşandinê û şewitandinê dewam dikin.

Çeteyên Qesrê, li Şirnexê bi teqemeniyan hilweşandinê û şewitandinê dewam dikin.

Li Şirnexê çeteyên Qesrê bi tank û wesayîtên zirxî yên ku xistine nava taxan ve malan yek bi yek dikin hedef. Li taxên Îsmetpaşa, Gazîpaşa, Yenî û Cûmhûriyetê ev hefteyek e mal û baxçe ji aliyê çeteyên Qesrê ve tên şewitandin.

Li Taxa Bahçelîevler a ku şer lê dijwar bûyî jî bi tank û wesayîtên zirxî yên ku li serê kolanan hatine bicihkirin ve yek bi yek mal tên hilweşadin. Li taxan hinek mal jî bi teqemeniyan tên teqandin û hilweşandin.

Çeteyên Qesrê li taxên Aydinlikevler û Vakifket ên ku li derveyî berxwedana xwerêveberiyê ne jî malan dişewitînin.