Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn bi zimanekî tund hevkariya PDK û AKP'ê rexne kir û destnîşan kir, ku têkiliya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re wê destketiyên federe yên Başûrê Kurdistanê bixe nava xeteriyê.
Altûn bû mêvanê bernameyeke taybet a Med Nûçe û mijarê di rojevê de nirxand.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser asta krîza hêzên statukoparêz ên li Rojhilata Navîn û destnîşan kir, ku êdî li Rojhilata Navîn her kes li gorî dilê xwe nikare her derê bi rê ve bibe.
Altûn diyar kir, organên rêveberiyê-organên serweriyê veguherîne krîzê û anî ziman, meyla ku weke alternatîfa vê derketiye holê, di nava nêzîkatiyeke ji desthilatdariyên heyî xeteretir de ye.
Altûn di vî warî de işaret bi tevgerên selefî û cîhadîst ên mîna DAIŞ û El Nûsra kir û got, "Tevî vê yekê jî gelê Kurd gihaşt asteke girîng. Lê belê pirsgirêka Kurd hînê çareser nebûye. Destketiyên hatine afirandine jî ewle nebûne. Li her cihî heman xetere heye. Dema mirov ji aliyê neteweyî û herêmî ve binirxînin, tê dîtin ku di mijara pirsgirêka Kurd de valahiyên mezin, rîskên mezin hene. Mînak; Ewropa bi çi rengî li meseleya Kurd dinêre? Amerîka çawa lê dinêre? Rûsya çawa lê dinêre? Dema mirov bûyer û qewimînan dinirxînin bi hêsanî dikarin vê bêjin; îmajeke welê nîşan didin ku ji ber krîza li herêmê bi Kurdan re têkiliyê datînin, heta astekê mîna hevkarekî tevdigere. Lê belê ev yek di çarçoveya berjewendiyên xwe de têkiliyeke di asta leşkerî de ye. Nabêjin ew li ser Kurdan çi difikirin. Li ser hebûna Kurdan a li çar parçeyan tiştekî nabêjin. Ji bo her parçeyî tiştekî nabêje, di vê mijarê de rewşeke xumamî heye. Li aliyê din, dema mirov li hikûmetên herêmî dinêrin, tê dîtin ku ev hikûmet dixwazin peymanên mîna peymana Cezayîrê ava bikin. Têkiliyên Îran-Tirkiye, Tirkiye-Sûriye yan jî dewletên serdest ên li herêmê radixin pêş çavan ku hemû di nava hewldanên peydakirina rê û rêbazên tinekirina destketiyên Kurdan de ne. Tevî van hemûyan jî Kurd gihaştin asteke pêşketinê. Weke pirsgirêkek bingehîn li rojeva cîhanê bi cih bûn. Nêrîneke 'Kî vê pirsgirêkê rast nenirxîne û çareser neke, nikare li Rojhilata Navîn bibe hêz' derxistin holê. Lê belê ji aliyê qebûlkirina temamiya hebûna Kurdan û pejirandina statuya Kurdan valahiyek heye. Di vî alî de, xeteriyeke gelekî mezin a li hemberî Kurdan li çar parçeyan derdikeve holê. Bila ti kes baweriya xwe bi pêşketinên heyî nîne. Rojava bêguman pêşketineke gelekî girîng e. Têkoşîna li Bakur pêşketineke girîng e. Lê belê ji çar aliyan ve êrîşa dijmin heye. Başûrê Kurdistanê bi krîza heyî re jî di rewşeke xeteriyê de ye ku têk biçe û tesfiye bibe. Ya ku di vir de divê Kurd bikin çi ye? Pêwîste hemû destketiyên li çar parçeyên Kurdistanê di nava rewşeke neteweyî de bigihînin hev, veguherînin siyaseteke neteweyî, li ser bingeha siyaseta neteweyî têkiliyan bi hev re deynin û tifaqê pêk bînin. Eger ev neyê kirin, xeteriya li hemberî Kurdan wê gelekî mezin be. Rêberê me ji destpêkê ve dibêje. Beriya deh salan ev xist rojevê. Kurd bi avakirina yekîtiya siyasî, bi tevgera hevpar a dîplomatîk, bi yekkirina hêza leşkerî dikarin destketiyên xwe biparêzin û bi pêş de biçin. Rêbertî nêzîkatiyeke bi vî rengî destnîşan dike û me ev yek her tim bilêv kirin."
EM DI ASTA DERBASBÛNÊ DE NE
Altûn da xuyakirin, ku di vî warî de ew çend caran ketin nava hewldanan û anî ziman ku ew vê yekê weke pîvaneke bingehîn dibînin.
Riza Altûn da zanîn, ku wan ti carî dest ji hewldanên xwe yên ji bo afirandina yekîtiya neteweyî bernedane û destnîşan kir ku kîjan hêz helwesteke ji bo yekîtiya neteweyî nîşan bidin, ew erênî dibînin.
Altûn ragihand, ew nêzbûna li hev a Goran û YNK'ê jî li ser vê bingehê dinirxînin û got, "Dema mirov rewş û qewimînên rojên dawî binirxînin, bi rastî jî ji bo Kurdan rewşeke cidî heye. Em di asteke derbasbûnê de ne. Mebesta me çi ye? Mînak rewşa Rojava. Her çend ji aliyê leşkerî ve hin tifaq hebin jî, li pêş çavan e ku ji aliyê siyasî ve çawa nêz dibin. Bi taybetî hewldanên dervehiştina li hevdîtinên li Cenevreyê, ji bo Kurdan tê wateya rîskeke mezin."
REWŞA LI BAŞÛR JI YA LI ROJAVA XETERETIR E
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn diyar kir, li Başûrê Kurdistanê jî heman xeterî heye û got, "Rewşa Başûrê Kurdistanê di pozîsyoneke ji ya Rojava xeteretir de ye. Rewşa wê ya federal a li qada navneteweyî dibe ku weke garantiyekê bê dîtin, lê belê rewşa heyî ya rêveberiya li Başûrê Kurdistanê di nav de ye, nêzîkatiyên dewletên herêmê, polîtîkaya navneteweyî, bi taybetî jî dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan nîşan didin ku rewşa Başûrê Kurdistanê, sîstema federal jî di nava xeteriyê de ye."
Altûn der barê daxuyaniyên PDK'ê yên li ser 'avakirina dewleta serbixwe' de, ku bi salan e her pêvajoyê bilêv dike, ev nirxandin kir:
"Daxuyaniyên li ser referandûm, dewleta serbixwe, avakirina dewleta serbixwe samîmî xuya nakin. Kengî PDK bixwaze hin mesajan bide hundir, kengî tengav dibe hingî vê yekê weke taktîkekê bi kar tîne. Gelo kê bi destê wan girtiye? Eger nêrîneke wan a pêkanîna referandûmê hebe, ku heye, wê demê dikarin vê bikin. Lê belê timî dibêje em ê bike û nake. Bi salan e dibêje 'em dewleta serbixwe îlan dikin' lê îlankirina dewletê li aliyekî, hînê di nava rewşa federal a Kurdistanê de yekîtî jî ava nekirine."
Altûn işaret bi dijminatiya dewleta Tirk a li gelê Kurd kir û got, "Heta ku PDK têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re bidomîne, gotina wê ya 'ez ê dewleta serbixwe ragihînim' wê were wateya sextekariyê.
OPERASYON TEMAMIYA SÛRIYEYÊ ELEQEDAR DIKE
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn, der barê operasyona QSD'ê ya Rizgarkirina Bakurê Reqqayê de, ku di 24'ê Gulanê de hat destpêkirin got, "Operasyona Reqqayê girîng e. Reqqa ji destpêkê ve bajarekî ji aliyê DAIŞ'ê ve weke navendê tê bikaranîn. Hem bandorê li tevahiya Sûriyeyê dike, hem bandorê li Rojava-Bakurê Sûriyeyê hem jî bandorê li herêmên Iraqê yên mîna Mûsil û Şengalê dike. DAIŞ'ê pişta xwe spart vê derê û gelek çeper bi dest xist."
Altûn da xuyakirin, DAIŞ piştî berxwedana Kobanê bi derbeke mezin şikest û işaret bi xeteriya hebûna DAIŞ'ê ya li Reqqayê kir.
Altûn got, "Heta ku DAIŞ li wir hebe, wê rîska komkujiya li hemberî Kurdan timî hebe. Lewma Kurdên li Rojava, YPG/YPJ bi awayekî xwezayî, wê derê weke pirsgirêkeke mezin dibînin."
Altûn modela çareseriyê ya Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê bibîr xist û got, "Êdî mesele ne tenê rizgariya Bakurê Sûriyeyê ye. Ji vê jî wêdetir, ya girîng avakirina Sûriyeyeke demokratîk e. Ev tê çi wateyê? Tê wateya; di çareseriya pirsgirêkên li tevahiya Sûriyeyê de xwe bike mûxatab. Ji ber vê yekê, eger li Reqqayê DAIŞ, El Nûsra xeteriya herî mezin be, wê demê bûye hedefa wan a sereke. Pêwîste Reqqa di nava yekîtiya Sûriyeyê de weke navendeke girîng a operasyonê bê nirxandin. Ev pêngav pêngaveke stratejîk e. Lewma pêngavên ji niha û pê ve yên hêzên demokratîk an jî pêngavên YPG/YPJ'ê wê ne tenê ji bo Rojava be, ji bo çareseriya pirsgirêkên tevahiya Sûriyeyê be."
DIVÊ WEKE PÊNGAVEKE HEVGIRTÎ BÊ NIRXANDIN
Altûn destnîşan kir, ku divê serweriya DAIŞ'ê ya li Reqqayê ji holê were rakirin û got, "Pêwîste Bakurê Sûriyeyê, bi giranî jî Rojava di vê çarçoveyê de were nirxandin. Ber bi Bab, Minbic, Cerablûs, Ezazê, divê her du bi hev re were nirxandin. Tiştekî bi vî rengî nayê qebûlkirin; 'Operasyona Reqqayê were lidarxistin, lê herêmên din bila bê hiştin'. Ev nêzîkatî ne rast e, nayê qebûlkirin. Divê bi rengekî hevgirtî were nirxandin. Ji ber ku divê siyaseta li Sûriyeyê were meşandin, hevgirtî be."