Tirsa Erdogan û Yildirim ‘Amed’ e: Bi 20 hezar polîsî hatin

Erdogan û Yildirim bi 20 hezar polîs-leşkerî ve hatin Amedê. Her du kesan jî dijminantiya xwe ya Kurdan domandin.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê wî Bînalî Yildirim bi 20 hezar leşker-polîsan ve hatin Amedê.

Ji bo Erdogan û Yildirim 10 hezar polîs veguhestin bajêr, hate dîtin ku li her 5 metreyan polîsek hatiye danîn. Her du kesên ku tenê bi parastina nêzî 20 hezar polîs,leşkerî ketin bajêr, talîmat dan ku li “herêmên krîtîk” jî cihazên “jammer”ê bên danîn. Bajêr hate dorpêçkirin, trafîk jî neyênî bandor bû.

Erdogan û serokwezîrê wî Yildirim, bi peyamên nîjadperest ve gefê xwe yên li ser şaredariyên DBP’î domandin.

Yildirim ê ku xîtabî girseya ji derveyî bajêr veguhestine kir, terora dewleta Tirk parast, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hedef nîşan da û şaredariyên DBP’î tehdîd kirin.

Yildirim di beşek axaftina xwe de ji Erdogan re got “Birêz Serokwezîrê min..” Bi vê ve jî Yildirim rastiya gotinên li ser xwe yên wek “profîla kêm” zêdetir kir.

ERDOGAN: EZ DYA ŞERMEZAR DIKIM

Erdogan, dîsa dijminantiya xwe ya bi Kurdan re domand. Erdogan ji ber leşkerên DYA armayên YPG-YPJ’ê bi kar anîn, ew xist rojeva xwe, DYA şermezar kir, got: “Ez piştgiriya DYA şermezar dikim, ev ne soza ku dabûn me ye.”

Erdogan gotinên xwe yên bûne henekên li ser lêvan û heqaretên xwe yên ji bo baweriyan domand, hewl da ku Kurdan bi gotinên “Ev ateîst in, Zerduşt in, ti tişt ji van çênabe” hedef nîşan bide.

Erdogan û Yildirim ziyareta xwe ya di nav fikaran de di demek kurt de bi dawî kirin.