KNK’ê li Kerkûkê panelek bi mijara dîroka têkoşîna Kurd li dar xist
Li Kerkûkê di panela ku hate lidarxistin de Nivîskar Ahmet Arîf axivî û wiha got: “Gelê Kurd di sedsala 20. bêşansiya wan a herî mezin, tinebûna ciwanên rewşenbîr û zane bûn.”
Li Kerkûkê di panela ku hate lidarxistin de Nivîskar Ahmet Arîf axivî û wiha got: “Gelê Kurd di sedsala 20. bêşansiya wan a herî mezin, tinebûna ciwanên rewşenbîr û zane bûn.”
Li Kerkûkê KNK’ê panelek bi mijara “Di dîroka têkoşînagelê Kurd de şikestin û ji nû ve rabûn” li dar xist. Di panelê de Nivîskar Ahemt Arîf axivî û wiha got: “Gelê Kurd di sedsala 20. bêşansiya wan a herî mezin, ciwanên rewşenbîr û zane bûn.”
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), li Kerkûkê panela bi mijara “Di dîroka têkoşîna gelê Kurd de şikestin û ji nû ve rabûn” li dar xist. Panel di salona konferansa Şehîd Sîrvan a avahiya Yekîtiya Rewşenbîrên Kerkûkê di saet 10:30’an de hate lidarxistin.
Di pêşkêşiya Nivîskar Ahmet Arîf de destkeftiyên têkoşîna Tevgera Kurd a di sedsala 20. de, mijarên serkeftin û şikestinan hatin vegotin. Arîf diyar kir ku têkoşîna netewiya Kurd gelek caran şikestiye û ji nû ve rabûye ser lingan. Arîf wiha anî ziman: “Em wek gelê Kurd bi taybet di sedsala 20. de gelek caran em rabûn û bi awayekî giştî şikestin. Divê niha em sedemên wan şikestinan, têkoşîn û sedemên derketina tevgera Kurd gotûbêj bikin. Dibe ku hinek beş ji nirxandinên me yên dîrokî aciz bibin, lê ji bo gelê xwe divê em rewşenbîr û nivîskar gotûbêj bikin û binivîsînin.”
‘ERKA ME YA REWŞENBÎR Û NIVÎSKARAN EW E KU RASTIYA DERXÎNIN HOLÊ’
Çavkaniya sîstema du desthiladariyê ya ku li Başûrê Kurdistanê niha tê meşandin, cudahiyên di salên 75’an de yên ku di navbera têkoşînên netewiya Kurd de derketine û bûye sedema ku du partî çêbibin. Arîf wiha got: “Çavkaniya sîstema du desthiladariyên di roja me ya îro de li Başûrê Kurdistanê heye, ji sala 1975’an bi şikestina ‘Aş Betale’ tê. Dema ku ew biryar hate girtin têkoşîna mîlî ya Kurd li Başûrê Kurdistanê bû du beş. Beşekê çekên xwe radestî dewleta Iraqê kirin û dawî li têkoşîna xwe anîn. Beşa din jî çeka xwe berneda û ji bo têkoşînê berê xwe da çiyayan. Ev pêşketin weke şikestine û mîna ji nû ve rabûnê jî tê bidestgirtin. Her du sîstema desthiladariyê ziyanekî mezin daye têkoşîna milî ya Kurdan û hê jî dewam dikin. Hinek ji me ji bo ku desthiladariya xwe bidomînin li ser gel û civakê împaratoriya tirsê didin avakirin, pirsgirêkên ku di dîrokê de çêbûne weke pîroz didin nîşandan û rê nadin ku bêne gotûbêjkirin. Divê em ji her alî ve gotûbêj bikin. Ev erka me rewşenbîr û nivîskaran e.”
‘DIVÊ EM WAN BI DÎROKÊ RE HEVRÛ BIKIN’
Ahmet Arîf destnîşan kir ku di dîroka têkoşîna Başûrê Kurdistanê de di ti deman mirovên ku şer û têkoşîn didan meşandin ne polîtîk bûn. Arîf da xuyakirin ku sedemê herî sereke yên ku bûne sedema gelek caran têkoşîna Kurd bê şikandin û ji nû ve ava bibe, kesayetên ku di rêveberiyê de nezanîna siyasetê û di warê polîtîkbûnê de ne xwedî astekî pêşketinê bûne.
Arîf wiha axivî: ““Gelê Kurd di sedsala 20. bêşansiya wan a herî mezin, tinebûna ciwanên rewşenbîr û zane bûn.”Ahmet Arîf wiha berdewam kir: “Sedemê gelek qetlîaman ji ber van pêk hatine. Siyaset xirap dîtin û dij derketin, siyaset nekirin, li ser rêbazên eşîrçm xwe tevgeriyan. Li pêşberî hemû pêşketin û talankirinan hemû rêveber danîn aliyekî, tenê bi çekê têkoşîn kirin. Ev sedemên herî sereke yên şikestinê ne. Di aliyekê de me çek bi kar baniya û li aliyê din siyaset bikiriba û ciwanên polîtîk û reweşenbîr bidana avakirin, me yê qetlîamên mîna Helepç û jenosîdên cuda nedîtana.”
‘PKK JI BO GELÊ KURD TÊ WATEYA ÇERXA REWŞENBÎRBÛNÊ’
Tevgera PKK’ê ya ku li Bakurê Kurdistanê di salên 1970’an de derket û li çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê dide meşandin, weke tevgerekî ciwanan derket holê, ji derveyî sîstema tevgerên Kurd ên axatiyê bi nifşekî bi zanabûn û rewşenbîr derketin holê. Ahmet Arîf wiha anî ziman: “PKK li Bakurê Kurdistanê di salên 1970’an de weke tevgereke xwendekaran derket, berovajî hemû tevgerên Kurd civakeke bi zanabûn kir hedef û da avakirin. Ango li gorî daxwaza xwe çek girtin û gotin, çûyîna şer têrê nake, ya girîng bê ka çima em çek digirin destê xwe û ji bo çi bi kar tînin. Em dikarin bêjin şoreşa PKK’ê di tevahiya Kurdistanê de nivşekî bi vî awayî derxist holê.”
Piştî panela ku di pêşkêşiya Nivîskar Ahmet Arîf û şûn de mêvanan jî nirxandinên xwe kirin û pirs ji nivîskar Arîf kirin. Piştî bersivdayînan panel bi dawî bû.