BI DÎMEN

Gelê Kîfrî tecrîd şermezar kir

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtina deriyê sînor ê Sêmalka ji aliyê PDK'ê ve, li navçeya Kîfrî ya Silêmaniyeyê bi meşekê hatin şermezarkirin.

Meşa protestoyî ji aliyê Tevgera Azadî ve hat orgnaîzekirin û gelek kes tevlî bûn.

Griseya gel li meydana bazara kevn a Kîfrî li hev civiya û bi bilindkirina pankartên bi nivîsa "Bes e ev tecrîd, ji Ocalan re azadî", "Bi vekirina deriyê Sêmalka ve em xizmetê ji yekîtiya neteweyî re bikin, ne ji mêtîngeriyê re" dest bi meşê kir. Piştî meşê, li ser navê Tevgera Azadî û Tevgera Ciwanên Welatparêz axaftin hat kirin.

Li ser navê Tevgera Azadî Şemal Xurşîd peyivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Xurşîd diyar kir, divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Xurşîd bang li hêz û saziyên navneteweyî jî kir, ku li hemberî tecrîda li ser Ocalan bikevin nava tevgerê.

Şemal Xurşîd diyar kir, PDK bi girtina deriyê Sêmalka ve xizmetê ji polîtîkaya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan dike û anî ziman, yekane armanca dewleta Tirk parçekirina Kurdan û derxistina şer e. Xurşîd ragihand, PDK bi girtina deriyê sînor re ketiye ser vê xeta dewleta Tirk û xwest, derhal de ji vê pêkanîna zerarê dide Kurdan berde.

Di daxuyaniya li ser navê Tevgera Ciwanên Welatparêz de bang li hemû ciwanan hat kirin, ku bi ruhê yekîtiya neteweyî hem li dijî tecrîda li ser Ocalan hem jî li hemberî girtina deriyê sînor ê Sêmalka bikevin nava tevgerê.

...