'Eger pêşî li siyasetê bê girtin wê kaos rû bide'

Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl nerazîbûn nîşanî hevkariya desthilatdariyê û partiyên mûxalefetê yên ji bo derxistina wekîlên HDP'ê ji parlamentê dan û gotin, eger rêyên siyasî bên girtin, wê Tirkiye bikeve nava kaosê.

Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl nerazîbûn nîşanî hevkariya desthilatdariyê û partiyên mûxalefetê yên ji bo derxistina wekîlên HDP'ê ji parlamentê dan û gotin, eger rêyên siyasî bên girtin, wê Tirkiye bikeve nava kaosê.

Nûnerên saziyên mafên mirovan û kedê, di vê mijarê de ji ANF'ê re axivîn.

ÊRÎŞA LI HEMBERÎ HDP'Ê NE YA QEBÛLKIRINÊ YE

Sekreterê Giştî yê Rêxistinbûyîn û Perwerdeyê ya Sendîkaya Petrol-Îşê Mûstafa Tekîk da xuyakirin, ku derxistina xeta siyaseta demokratîk a HDP'ê ji qada siyasetê, ne tiştekî bê qebûlkirin e. Tekîk diyar kir, ji ber ku zimanê aştî û biratiyê hat terikandin, li Tirkiyeyê şer, mirin û hilweşandinê destpê kir.

Tekîk derxistina parlamenterên DEP'ê ji parlamentê bibîr xist û got, "Piştî vê derdestkirinê, pêvajoyeke bi xwîn a şer destpê kir. Û bi deh hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Lewma rakirina mafê destnedanê wê rê li ber aramiyê veneke, wê aştî, aramî û biratiyê nîne, wê pêşî li siyasetê veneke. Ji ber ku wê siyasetê bi temamî ji holê rake û hêzên mîlîter derkevin pêş, ev yek wê me hemûyan bêşîne. Wê rê li ber rewşeke nû veke. Ev yek wê ji bo me hemûyan bibe felaketek. Derxistina partiyeke dengê 6 mîlyon mirovan standiye, wê yek ji nebaşiyên herî mezin ê li Tirkiyeyê bê kirin be."

Tekîk da xuyakirin, ku ew hêvîdar in wê Dadgeha Destûra Bingehîn vê guhertinê betal bike.

PÊKANÎNÊN 12'Ê ÎLONÊ

Serokê ÎHD'ê Şaxê Mersînê Alî Tanriverdî jî diyar kir, Tevgera Siyasî ya Kurd Meclîsa Tirkiyeyê weke herêmeke gelekî girîng, navendeke gelekî girîng a têkoşînê dibîne û got: "Erdogan bi xurtkirina cih û rewşa xwe ya siyasî re, li hemberî Kurdan û hêzên demokratîk bi rêbazên antî demokratîk dest bi zextê kir. Ev zext û şîdet roj bi roj zêde bû. Gihaşt asteke welê, ku em weke parêzvanên mafên mirovan di wê baweriyê de ne; pêkanînên 12'ê Îlonê di meriyetê de ne û bi rêbazên li dijî mirovahiyê êrîş li hemberî Kurdan û hemû hêzên demokrasiyê tê kirin."

JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ DIVÊ ALÎ DERHAL LI DORA MASEYÊ RÛNÊN'

Tanriverdî destnîşan kir, ku welat ber bi kaoseke xetere ve tê dehfdan û got, "Weke parêzvanêm mafê mirovan em dibînin ku hemû beşên civakê yên li vî welatî dijîn bi rîsk û xeteriyeke mezin re rû bi rû ne. Em bi fikar in dûrketina gelan a ji hev û ev şerê qirêj wê kûrtir bibe. Xuya ye birêz Serokkomar ji bo îlankirina sîstema serokatiyê, çi dibe bila bibe wê hin gavan bavêje. Dixwazim bêjim, ti eleqeya vê rewşê bi demokrasiyê, mafên mirovan, biratî, wijdan û exlaqê re nîne. Lê hînê her tişt neqediya ye. Ji bo çareseriya pirsgirêkê divê alî derhal li dora maseyê rûnên."

...