Roja heftemîn a operasyona rizgarkirina Reqqayê
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a ji bo rizgarkirina bakurê Reqqayê bênavber dewam dike.
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a ji bo rizgarkirina bakurê Reqqayê bênavber dewam dike.
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a ji bo rizgarkirina bakurê Reqqayê bênavber dewam dike.
BASKÊ 4. Ê OPERASYONÊ 9 GUND Û 3 GUNDIK RIZGAR KIR
Duh bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat ragihandin, ji rojhilatê Firatê ber bi Tabqayê ve baskê 4. ê operasyonê ketiye nava tevgerê. Di navbera baskê 4. ê operasyonê û çeteyên DAIŞ'ê de duh bi şev û îro şerekî dijwar qewimî.
Di encama vî şerî de 9 gund û 3 gundik ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin û hatin azadkirin.
Gundên ji DAIŞ'ê hatine paqijkirin ev in: "Rimêlat, Hecî Elî, Abû Sefa, Cenef El-Ehmer, Xişxaşa Mezin, Neqût, Bîr El-Ehme ve Xirbit Cemîl."
FERMANDARÊ TABÛRA ŞEHÎDÊN FIRATÊ CASIM: DAGIRKERIYA DAIŞ'Ê YA LI HER DERÊ WÊ BÊ TÊKBIRIN
Fermandarê Tabûra Şehîdên Firatê Mihemed Casim diyar kir, baskê 4. ê operasyonê li ser daxwaza gelê herêmê ketiye nava tevgerê û berê xwe daye aliyê Tabqayê.
Casim da xuyakirin, ku ew dixwazin bibin bersiv ji daxwazên gel re û destnîşan kir, ew ê gelê herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin û dagirkeriya DAIŞ'ê li her cihî têk bibin.
Mihemed Casim, di parastina gelên Sûriyeyê de işaret bi rola pêşengiyê ya QSD'ê kir û da zanîn, hêzên QSD'ê jî cihêkariyê naxin navbera ti kesî û temamiya gelên Sûriyeyê diparêzin.