Çeteyên Qesrê li Şirnexê xaniyan dişewitînin û xera dikin

Li Şirnexê êrîşên qirkirinê û berxwedana gel a li hemberî van êrîşan di roja 78. de ne. Çeteyên Qesrê li bajêr xaniyan dişewitînin û xera dikin.

Li Şirnexê li hemberî daxwaza gel a xwerêveberiyê êrîşên qirkirinê ku di 14'ê Adarê de destpê kirin, kete roja 78. Li bajêr piştî şerê dijwar ê duh şevê tax bi çekên giran ên li ser wesayîtên zirxî hatin gulebarankirin. 

Li Taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Aydinlikevler, Dîcle û Gazîpaşayê çeteyên Qesrê malên ku berê diyar kirine xera dikin. Malek jî hate şewitandin û ji ber şewatê dû bi ser taxê ketiye.

Li taxên Yenîmahalle û Behçelîevlerê jî serê sibehê hin mal bi tankan ve yek bi yek hatin gulebarandin. Li her du taxan hêzên dewleta Tirk hê jî mal dişewitîne û xera dike.

Xirbeyê malên hatine şewitandin û xerakirin jî bi TIR û qemyonan ji bajêr tên derxistin.