Cenazê Bayik hate definkirin
Cenazeyê Mehmet Bayik ê li Şirnexê di êrîşên qirkirinê de jiyana xwe ji dest da, li gundê gundê Avgamasiya hat definkirin.
Cenazeyê Mehmet Bayik ê li Şirnexê di êrîşên qirkirinê de jiyana xwe ji dest da, li gundê gundê Avgamasiya hat definkirin.
Cenazeyê Mehmet Bayik (17) ê li Şirnexê di êrîşên qirkirinê de jiyana xwe ji dest da û li Saziya Tiba Edlî ya Deriyê Sînor a Xabûrê yê Silopiyayê dihat rawestandin, îro ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin. Malbata Bayik piştî cenazeyê kurê xwe wergirtin, li Goristana gundê Avgamasiya bi merasîmeke bi tevlîbûna sedan kesî ve defin kirin.
Di merasîma cenaze de Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de bi sedan kes beşdarî merasîma cenazeyê bûn. Piştî merasîma cenazeyê dayika Bayik axivî diyar kir ku ew hêvî dike ku dilê Erdogan ji bi vî şeklî bêşe û got: " Kurê min bû zavayê Kurdistanê. Em ê xwedî li têkoşîna wî derkevin.”