Dîmenê çalakiya sabotajê ya li Mêrdînê
Dîmenê çalakiya sabotajê ya gerîlayan li Mêrdînê di 20'ê Gulanê de pêk anîn, hat weşandin.
Dîmenê çalakiya sabotajê ya gerîlayan li Mêrdînê di 20'ê Gulanê de pêk anîn, hat weşandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, dîmenê çalakiya sabotajê ya li Mêrdîne weşand. Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Roja 20'ê Gulanê saet di 10:45'an de, ji bo bîranîna Şehîdên Berxwedana Nisêbînê, hêzên me yên gerîla li gundê Bernişt ê Mêrdînê, kontrayekî bi navê Kazim Kavak ê di sala 1993'an de hevalên me şehîd xist, hat cezakirin. Piştî çalakiyê maşîneke zirxî ya bi tîpa Akrep ji bo destwerdanê hat herêmê. Ev maşîna zirxî bi çalakiya sabotajê hat îmhakirin û medya şer a Tirk diyar kir ku 8 birîndarên wan hene. Yekîneya me ya çalakî pêk anî, encamên çalakiyê kişand kamerayê. Dema li vî dîmenê di malpera me Gerilla TV de hat weşandin tê temaşekirin, weşankariya derewîn û xapandinê ya medya şerê taybet baştir tê fêmkirin."