KURDISTAN
Gerîlayên HPG û YJA Starê di salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de diyar kirin ku îradeya ji pola ya li zindanê îro li çiyan dewam dike û gotin: "Em şopdarên herî dilsoz ên vê mîrateyê ne."
KCK'ê di şexsê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de şehîdên zindanan bi minet û hurmet bi bîr anî û got, "Em di wê baweriyê de ne ku Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ku hesreta wan bû, em ê bi felsefeya wan a jiyan û têkoşînê pêk bînin."
Li Iraqê nîqaşên li ser entegrasyona komên çekdar dewam dike. Daxuyaniya 'Şengal wê di nava sê mehan de bikeve bin kontrola hêzên ewlekariyê yên Iraqê' fikarên li ser Peymaneke nû ya 9'ê Cotmehê bi xwe re anî, ku îradeya Êzidiyan tine dihesibîne.
Gerîlayên Tevgera Apoyî Denîz Mêrdîn û Zafer Dutax diyar kirin ku ruhê berxwedana 14’ ê Tîrmehê 44 sal e bi rengekî geş dewam dike û û her ku biçe wê geş bibe.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok ragihand ku çalakiya şewitandina çekan a 11'ê Tîrmeha 2025'an sembola guherîna stratejîk e û diyar kir ku li gel sala di ser re derbas bû jî dewletê ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavên şênber neavêt.
Hemû Nûçe
-
-
PDK'ê avêt ser buroya REPAK'ê
Hêzên asayîşê yên ser bi PDK'ê avêtin ser buroya Hewlêrê ya Navenda Têkiliyan a Jinên Kurd (REPAK). Tevî amûrên tê de deriyê ofîs hat kilîdkirin.
-
Meşa ber bi serketin û azadiyê ve
Şervanên di nava Operasyona Rizgarkirina Minbicê de cih digirin, ji di baskan ve meşa xwe ya azadiyê didomînin. Şervan, ji ber ku xaka xwe ji çeteyên DAIŞ'ê paqij dikin, kêfxweş in.
-
Nasnameyên 8 gerîlayên bi komployê hatin qetilkirin
HPG'ê nasnameyên 8 gerîlayên di 23'ê Gulanê de li Geverê di encama komployekê de hatin qetilkirin, eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê yên ev komplo kirine zanibin, em ê hesab ji wan bipirsin."
-
-
Gever a bûye xirbe li benda alîkariyê ye!
Gever di nava 78 rojan de, di bin navê "qedexeya derketina derve" de hatiye şewitandin û xerakirin. Dewletê hewl da bi rengekî herî giran berdêla biryara gel a ji bo xwerêvebirinê bi bajêr bide dayîn.
-
-
Îşkenceya heyî ne kêmî ya salên 90'î ye
Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ê Amedê Bariş Yavûz bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan a di dema "qedexeya derketina derve" de hatin kirin û diyar kir, îşkenceya heyî ne kêmî ya salên 90'î ye.
-
-
Gelê Zagrosan Geverê naterikîne
Şêniyên Geverê, li ser komkujî û talana li navçeya wan hatiye kirin ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, ew ê bajarê xwe neterikînin. Geveriyan gotin, "Yên li bendê bûn ku em ê Geverê biterikînin, xeletî kirin."
-
-
Roja 4. a pêngava Minbicê
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo azadiya Minbicê dimeşin. Şervan gav bi gav nêzî bajêr dibin.
-
Ji KCK'ê peyama ji bo meha Remezanê
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê bi wesîleya meha Remezanê mesajek weşand û bang li hemû Misilmanan kir, li hemberî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin derkevin.
-
-
-
'Saziyên xizmetê vediguherin saziyên komkujiyê'
Rêveberê Egîtîm-Senê yê Qoserê Ergîn Çetînkaya, der barê biryara AKP'ê de, ku dibistanan vediguherîne leşkergehan got, "Dewlet cihên xizmetê vediguherîne, cihên qetilkirina gel." Çetînkaya diyar kir, ew li dijî vê yekê li ber xwe bidin.
-
-
-
-
-
-
Li Agiriyê 2 bira hatin girtin
Li Agiriyê 2 birayên ji bo îfade bidin çûn qereqolê, bî îdîaya ku “ Alîkarî dane rêxistinê û piştgirî kirinê” hatin girtin.
-
-
-
'Ciwanên Kurd li ser şopa Êrîş û Gernasan bi ser dikevin'
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ronî Baz diyar kir, polîtîkayên AKP'ê li pêşberî berxwedana ciwanan roj bi roj têk diçin û got, "Divê ciwanên kurd li ser şopa Êrîş û Gernasan xwe bêhtir bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin."