Roja 4. a pêngava Minbicê

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo azadiya Minbicê dimeşin. Şervan gav bi gav nêzî bajêr dibin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo azadiya Minbicê dimeşin. Şervanan di sibeha roja 4. de bi azadkirina gundê Qinne Tehtanî dest bi rojê kirin û gaveke din nêzî bajêr bûn.

* Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di çarçoveya pêngavê de, bi desteka hêzên koalîsyona navneteweyî, bi qasî 7 kîlometreyan nêzî bajêr bûn.

* Li eniya Qereqozaxê, di şerê nîvê şevê heta danê sibehê de bi dehan çete hatin kuştin. 3 ji van cenazeyan û 2 kalaşnîkov ketin destê şervanan. 2 wesayîtên bombebarkirî jî bêyî bigihêjin armancên xwe, ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin.

* Balafirên şer ên ser bi hêzên koalîsyona navneteweyî, 4 caran êrîşî mewzî û nuqteyên DAIŞ'ê kirin. Di bomberdûmanê de 12 çete hatin kuştin.

* Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê saet di 12:20 de gundê El Doşan ê bi 7 kîlometreyan li rojavayê pira Qereqozaxê ye û 4 gundikên navbera gundên Şana û Refîe ji çeteyan paqij kirin.

* Êrîş xwekujî ya çeteyên DAIŞ'ê xwstin bi wesayîta bombebarkirî bikin, ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat pûçkirin.

* şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên ber bi bajêr ve diçin, di navbera wan û çeteyên DAIŞ'ê de li herêmeke bi 14 kîlometreyan li rojavayê Çemê Firatê ye, şerekî dijwar qewimî.

* Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, saet di 17:30 de li eniya Tişrînê bi pêş de çûn û rêya Reqqa-Minbicê girtin.

* Girê Til Ûm Serrac ê bi 10 kîlometreyan li rojavayê Çemê Firatê ye û gelekî stratejîk e, ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin.

* Girê Til Ûm Serrac weke cihekî stratejîk bi parastin ê çeteyên DAIŞ'ê dihat naskirin, ku 'xîlafeyê' çeteyan Ebûbekîr El Bexdadî li vir bi emîrên çeteyan re civîn lidar dixist.

BERDEVKÊ MECLÎSA LEŞKERÎ YA MINBICÊ: KÊM MA YE EM MINBICÊ RIZGAR BIKIN

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî a Minbicê Şervan Derwîş da xuyakirin, ku pêngava rizgarkirina Minbicê bi rengekî serketî dewam dike, ku kêm ma ye ew bajêr azad bikin.

Derwîş li gundê Qişle yê li qiraxa Çemê Firatê daxuyaniyek da çapemeniyê û anî ziman, ku heta niha gelek gund û cihên stratejî hatine paqijkirin.

Derwîş ragihand, şervan di operasyonê de bi 16 kîlometreyan bi pêş de çûne û gundên Hisen Axa, Weqna jêrîn û jorîn, Til Erîş, Sikawiye, Xirbet El-Riman, Mihşiye Şêx Ebîd, Cib Şêx Ebîd, Xirbet El-Eşre û Xifiye Ebû Qelqel ji çeteyan paqij kirine.

Derwîş da zanîn, li ser baskê duyemîn ê ji pira Qereqozak bi rê ket, şervanên wan gihîştin girê Ûm El-Serc ku xwedî cihekî stratejîk e û Bexdadî xwe tê de vedişart. Ji bilî wê jî gundên Qebir Îmo, Xirfan û Cuse hatin rizgarkirin, her wiha şervanan gelek wesayîtên bombebarkirî ku çeteyan amade kiribûn teqandin û pêşketinên li vî baskî bi qasî 5 km ye.

Derwîş ragihand ku hejmara kuştiyên çeteyan 110 derbas kiriye û cenazeyên gelek ji wan di destê hêzên wan de ye.

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş da zanîn, şervanên wan li her gundê tê rizgarkirin bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin.

ÇETE DI NAVA PANÎKÊ NE LI MINBICÊ MIROVAN BINÇAV DIKIN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, çeteyên DAIŞ'ê yên li Minbicê dest bi pêla binçavkirinê kirine û ji bo têkiliya mirovan bi cîhanê were birîn, fetwayên li ser qedexekirina telefonan dane.

Emîrên çeteyên DAIŞ'ê di nava panîkê de tevî malbatên xwe ji Minbicê direvin û di nava tirseke mezin de ji hev dikevin.

Gundiyên gundên li başûrrojava û bakurrojavayê bendava Tişrînê yên ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi coşeke mezin pêşwazî kirin.

'EM Ê MINBICÊ JI NÛ VE AVA BIKIN'

Alîkarê Hevserokê Meclîsa Herêma Minbicê Ebîr Receb da xuyakirin, ku bi Pêngava Rizgarkirina Minbicê re wê zilm û zora li gelê herêmê tê kirin di demeke kurt de bi dawî bibe û bi hevkarî ew ê Minbicê ji nû ve ava bikin.