Ji KCK'ê peyama ji bo meha Remezanê

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê bi wesîleya meha Remezanê mesajek weşand û bang li hemû Misilmanan kir, li hemberî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin derkevin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, meheke din a Remezanê li erdnîgariya Misilmanan bi pirsgirêkên giran, zor û zehmetiyan destpê dike û hat gotin, "Di nava ola Îslamê ya ku şerê nefsê weke cîhad-i ekber dîtiye, mubtelatiya endamên vî olî ya li ser desthilatdarî, mal û milkan, sedema sereke ya rûda pirsgirêkên li nava gelên Misilman e. Yên ku divê nefsa xwe terbiye bikin, roj bi roj dikin qareqar, şerxwaziyê dikin, êrîşî gelan, xizan û bêhêzan dikin, her roj gunehan dikin û bi pirsgirêk û zehmetiyên dafirînin re jiyanê diherimînin, dikin dojeh.

DUAYA LI DIJÎ ZALIMAN

Ola Îslamê, mîna her hebûneyê, her gelî û çanda wan weke işaretek hêza hebûn û afirîneriyê ya Xwedê qebûl kiriye. Înkarkirina yek ji van işaretan jî ji aliyê olî ve weke zalimiyeke herî mezin dîtiye. Lê belê, di serî de dewleta Tirk gelek rêveberên dewletên navê Îslamê li xwe kirine, îro rastiyê işaretê bi hebûna Xwedê dikin, înkar dikin. Li gorî vê pîvana olî, zalimtiya li nava civakên Îslamê rûd idin, ji ber vê înkarê derdikevin holê. Ji ber vê yekê, her Misilmaneke/î paqij û sade, wê di vê meha Remezanê de duayên ji bo xurtkirina refên li dijî zaliman bike. Desteka ji bo heq û heqaniyetê, wê xêra herî mezin be. Bawermend wê di heman demê de di vê meha rojiyê de piştgirî û parvekirina nava xwe xurtir bikin û mirovan hewcedarî malên zaliman, ên bi diziyê dane hev, nekin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî hem ferzeke baweriyê ye, hem jî ferza exlaqa civakî ye.

GEFA KOMKUJIYÊ LI GELÊ ME TÊ XWARIN

Mîna gelek gelên Misilman, gelê Kurdistanê jî di bin xeteriya êrîşên mezin û komkujiyan dest bi rojiya Remezanê ya 2016'an dike. Gelê Kurd ê mezlûm û fedekar, li çar parçeyên Kurdistanê dibin hedefa operasyonên mezin ên şîdetê yên hêzên ku îdîa dikin, bi ala Îslamê tevdigerin. Li Bakurê Kurdistanê, di serî de Kurdên ji aliyê nasnameya olî û baweriya xwe ve hesas in, Kurd hemû bûne hedefa êrîşên komkujiyê yên hikûmetê û Erdogan, ku gotina Îslamê ji devê wan kêm nabe. Erdogan û hikûmeta wî, di demên dawî de Kurdên oldar hîn bêhtir hedef girtine. Dewleta Tirk, sûcên xwe yên tevî Erdogan û AKP'ê li dijî gelê Kurd dike, bi ola Îslamê dinixumîne. Ji bo Misilmanên durust û xwedî wijdan ên Tirkiyeyî bikin hevparê sûcê xwe, hîn bêhtir dikevin nava hewldanan. Bi wesîleya rojiya Remezanê em ban li Misilmanên Kurdistanî, bawermendên bêhesab û bêberjewendî tevdigerin dikin, ku zanibin înkarkirina Kurdan zalimtî ye, dewleta Tirk bi pêşengiya Erdogan bi vê zalimtiyê Kurdan qetil dike, bi gotinê jî be nebin hevparê gunehên van zaliman û li dijî van polîtîkayên komkujiyê li gorî bawermendekî helwestê nîşan bidin.

Dewleta Tirk, di êrîşên xwe yên ji Remezana bihurî û vir ve dike de, di serî de Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û Gever, gelek bajar û bajarokê Kurdan şewitand, xera kir. Mîna ku DAIŞ'ê digot Allah û Ekber û bi dehan Kurdistaniyên bêguneh qetil kir. Rê li ber xisar û mexdûriyetên gelekî mezin vekir. Xêra herî mezin e ku Misilmanên Kurdistanî û Tirkiyeyî di vê meha Remezanê de hewl bidin êşên bi gelê me didin kişandin ji holê rakin, birînan bipêçin û piştgiriyê bidin mirovên tengav bûne.

Em hêvîdar in, ev meha ku pirtûka pîroz a rêya başî û nebaşiyê nîşanî Misilmanan dide, pîvanên bawerî û exlaqê destnîşan dike daketiye de, ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên gelê Misilman bi başiyê derbas bibe. Meha Remezanê ku ji bo her Misilmanê wedî wijdan wate û girîngiyeke xwe ya cuda heye, bila li dijî yên pîrozmendiyên olî ji bo armancên xwe yên neteweperest û nîjadperest bi kar tînin, bibe afirandina vîneke mezin. Em hêvîdar in ev meha rojiya Remezanê ji bo Misilmanên li Kurdistan, Anatoliyê û hemû Misilmanên duayên wan ji bo yekîtî, biratî, edalet, wekhevî û bedewiyê ye, bibe wesîleya xêrê." KCK'ê herî dawî ragihand, ku ew hêvîdarin di vê mehê de bawermend bibin xwedî rêxistinbûyîneke xurt û kesên ku pirtûka pîroz û gotinên pêxember ji bo armancên xwe yên nebaş bi kar tînin teşhîr bikin û bikin ku ev hêz ji xwe fedî bikin derkevin nava civakê.