Gever a bûye xirbe li benda alîkariyê ye!

Gever di nava 78 rojan de, di bin navê "qedexeya derketina derve" de hatiye şewitandin û xerakirin. Dewletê hewl da bi rengekî herî giran berdêla biryara gel a ji bo xwerêvebirinê bi bajêr bide dayîn.

Gever di nava 78 rojan de, di bin navê "qedexeya derketina derve" de hatiye şewitandin û xerakirin. Dewletê hewl da bi rengekî herî giran berdêla biryara gel a ji bo xwerêvebirinê bi bajêr bide dayîn.

Xwegihandina Geverê jî veguheriye zor û zehmetiyeke mezin. Piştî sekna zêdeyî du saetan a di rêzê de, mirov di kontroleke giran re tên derbaskirin û piştî qeydkirinê destûr ji derbasbûna mirovan re tê dayîn.

Dema em dikevin navenda sûka bajêr, kargehên hatine şewitandin û avahiyên hatine hilweşandin derdikevin pêşiya me. Navenda bajêr qelebalix e, welatî hewl didin kargehên xwe bidin hev, sererast bikin.

Li Gevera ji 9 taxan pêk tê, taxên Cûmhûriyet û Gungorê bi temamî hatine hilweşandin. Taxên Eskî Kişla, Mezarlik, Dize, Orman û Yeşîldere jî ji ber topbaran û bomberdûmanê xisareke giran li wan bûne. Taxa Esentepeyê, ku xendek û bend lê nebû, ew jî bûye xirbe.

Li bajêr, li 10 hezar mal û kargehan xisar bûye, ku ji van 6 hezar gelekî xisar dîtine. Şêniyên navçeyê li taxên xisar lê bûne dest bi karê paqijkirin û avakirinê kirine. Geveriyên xaniyên wan bi temamî xera bûne, kon vedane û hewl didin jiyana xwe bidomînin. Geverî li benda rapora komîsyona tespîtkirina xisarê ne.

Li Geverê jî mîna li qadên din ên xwerêveberiyê, nivîsên nîjadperestî û zayendîperestî hatine nivîsandin. Li navenda sûka bajêr, ser van nivîsan hatine nixumandin, lê li nava taxê hînê xuya dikin.

Li malan, eşyayên mîna televîzyonê yên dikarin werin rakirin, hatine birin. Klîma, eşyayên din ên li nava malê hatine şewitandin, yan jî gule li wan hatine reşandin.

Dengê teqînan li bajêr kêm nabe. Karê dewletê yê desteserkirinê jî ji niha ve destpê kiriye. Gelê Geverê, ji xwedîderneketina li wan gazinan dike.

Geverî destnîşan dikin, ku ew ê li hewşa xwe konan vedin û xaka xwe neterikînin. Her wiha ji zema li buhayê kirê hatiye kirin jî gazinan dikin.

Ji bo berhevkirin û çêkirina bajêr, kar destpê kiriye. Parêzerên ser bi Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê li Parka Avaşînê buro vekirine û desteka hiqûqî didin. Mîmar û endezyar jî li bajêr ji roja destpêkê ve tespîta xisarê dikin.

Ji bo navçeya ku Komeleya Alîkariya Rojva jî dest bi alîkariyê kiriye, destekeke lezgîn divê. Gever a ku veguheriye bajarekî xirbe, dixwaze bê valakirin.

Ahmet Aslan ê li taxa Cûmhûriyetê li ber avahiya hatiye hilweşandin rûniştiye, anî ziman ku mala wî piştî şer hatiye xerakirin û got, "Avahiya me di wêneyan de saxlem xuya dikir. Piştre hatiye xerakirin. Di binê xirbeyê avahiyê de televîzyona me nîne. Eşyayên din jî bi benzînê hatine şewitandin. Yên ne mirov ancax dikarin vê bikin. Mîna ku em di nava xewnê de ne. Bi salan ez xebitîm û min mala xwe çêkir. Lê niha bi çi rengî, bi kîjan pereyî ez ê karibim çêbikim nizanim."

Alî Koç jî da xuyakirin, ku ya li hemberî wan hatiye kirin bi zanebûn hatiye kirin û got, "Bi zanebûn ev der xera kirin, şewitandin. Dixwazin me koçber bikin. Bi salan nikarîbûn serî li Geverê bidin tewandin. Ev nebaşî hemû bi zanebûn hatin kirin. Li vê derê qadên jiyanê ji me re nehiştin. Dixwazin vê derê vala bikin û me neçarî koçberiyê bikin. Divê ev der ji nû ve were avakirin û bersiva herî baş bi vî rengî bê dayîn. Di dema şer û piştî şer de em gelekî bêxwedî hatin hiştin. Hînê jî rewş bi vî rengî ye. Gever bê alîkarî hat hiştin."

...