BI DÎMEN

Dewleta Tirk li Kerkûkê hat şermezarkirin

Tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan, li bajarê Kerkûkê hatin şermezarkirin.

Çalakî li parka Ehmedê Xanî ya li taxa Îskan a li bajarê Kerkûkê pêk hat û tevî endamên Tevgera Azadî, Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK), Tevgera Ciwanên Welatparêz, Tevgera Jinan ên Ciwan ên Welatparêz û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) gelek Kerkûkî beşdar bûn.

'HER KESÊ JI XWE RE DIBÊJE EZ KURD IM, DIVÊ LI DIJÎ DEWLETA TIRK DERKEVE'

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li ser navê Tevgera Azadî Omer Hecî Abdullah mafê axaftinê wergirt û bibîr xist, ku hêzên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo pêk anîn digotin 'Neteweyek bi navê Kurd nîne' û wiha axivî: "Dijminên gelê Kurd digotin neteweyek bi navê Kurd nîne. Nasname û zimanê me înkar dikirin. Li hemberî Rêberê mirovahiyê komployeke navneteweyî pêk anîn. Bi dîlgirtina Rêber Apo re xwestin doza netewebûnê ya gelê Kurd û temamiya gelê Kurd ji holê rakin. Lê belê bi saya berxwedana gelê Kurd û felsefe û bîrdoziya Rêber Apo, em gav bi gav ber bi azadiyê ve diçin. Dijminên gelê Kurd ji ber vê rastiyê, hin planên din li dijî Rêber Apo xistin dewrê. Vê carê tecrîd bêhtir şidandine. Ev planên dijminên Kurdan ancax bi têkoşîneke gelê me ya li çar parçeyan karibe bê pûçkirin. Ji ber vê yekê divê gelê me li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk rabe ser piyan û destekê bide têkoşîna mafdar."

Li ser navê RJAK'ê Dilovan Ekrem peyivî û got, "Em di serî de tecrîda şidandî ya li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk bi polîtîkaya qirkirinê ya di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd dimeşîne, vegera ji têkoşîna azadiyê ferz dike. Lê belê bi berxwedana bi heybet a Rêber Apo û gelê me, ev hewldanên dewleta Tirk a faşîst têk çûne. Di vê çarçoveyê de em soza xwe dubare dikin ku heta azadiya Rêber Apo û Kurdistanê em ê berxwedana xwe mezin bikin."

'EM Ê TÊKOŞÎNA BI CIWANTÎ DESTPÊ KIR, BI CIWANTÎ BI SER BIXÎNIN'

Li ser navê Tevgera Jinan ên Ciwan û Tevgera Ciwanên Welatparêz Şenge Abdullah axivî û destnîşan ir, ku ciwanên Kurdistanê wê li dijî zilma dewleta Tirk heta dawiyê têbikoşin. Abdullah got, "Weke ciwanên Kurdistanê, em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê bênavber bimeşînin. Em vê tecrîda dewleta Tirk a li hemberî Rêber Apo dimeşîne lenet dikin. Heta ku li Kurdistanê ciwanên Apoyî hebin, wê dewleta Tirk nikaribin armancên xwe bi ser bixîne. Em soza xwe dubare dikin, vê têkoşîna bi ciwantî destpê kiriye bi ciwantî bi ser bixînin."

Herî dawî Nûnerê PYD'ê Şêx Bedrî peyivî û destnîşan kir, destketiyên gelê Kurd ên çar parçeyên Kurdstanê bi hewldanên Abdullah Ocalan bi dest ketine û got, "Eger gelê Kurd îro ji xwe re dibêje ez Kurd im, ev yek bi saya nêrîn û têkoşîna Rêber Apo ye. Weke gelê Kurd em heta dawiyê li cem Rêberê xwe ne û em ê ji bo azadiyê heta dawiyê têbikoşin. Li hemberî tecrîda dewleta Tirk dimeşîne, divê gelê me bikeve nava tevgerê. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Girîng e her kes vê rastiyê zanibe."

'AZADIYA RÊBER APO AZADIYA GELÊ KURD E'

Hewkar Abdullah, Azad Kerkûkî û Dilovan Ekrem piştî çalakiyê ji ANF'ê re axivîn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Kerkûkiyan diyar kirin, saziyên navneteweyî bi bêdengiya xwe ya li pêşberî kiryarên dewleta Tirk re bûne hevparê vî gunehî û hînê jî destek ji siyaseta înkar û tinekirina gelê Kurd re tê dayîn. Kerkûkiyan gotin, "Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e."

...