Leşkerên Tirk zarokek qetil kirin
Leşkerên Tirk zarokê bi navê Cemîl Qehreman ê 16 salî qetil kirin.
Leşkerên Tirk zarokê bi navê Cemîl Qehreman ê 16 salî qetil kirin.
Leşkerên Tirk di saetên sibehê de li ser sînor zarokekî 16 salî yê ji Rojavayê Kurdistanê gulebarankirin û ew înfaz kirin.
Hat diyarkirin ku zarokê bi navê Cemîl Qehreman tevî ku 450 metreyan dûrî sînor bû jî ji hêla leşkeran ve hedef hatiye girtin û ew înfaz kirine. Herêma ku Qehreman lê hatiye înfazkirin wekî herêma “Qoldar” tê gotin û ev herêm nêzî gundê Banîraka yê navçeya Raco ya Efrînê ye.
Qehreman ê piştî 2 saetan gihişt nexweşxaneyê tevî hemû mudaxeleyan jî nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.