Ebû Mehmûd: Minbic gav bi gav azad dibe
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û ji fermandarên Siwar El Minbicê Ebû Mehmûd destnîşan kir, ew gav bi gav Minbicê azad dikin.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û ji fermandarên Siwar El Minbicê Ebû Mehmûd destnîşan kir, ew gav bi gav Minbicê azad dikin.
Ebû Mehmûd da xuyakirin, çeteyên DAIŞ'ê di nava panîkeke mezin de ne, bendên kontrolê yên li bajarê Minbicê bi du qatan zêde kirine, dest bi kolandina xendekan kirine û gelek mayînan diçînin.
Ebû Mehmûd got, lê belê hemû hewldanên çeteyên DAIŞ'ê wê nikaribe vîn û biryardariya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bişikînin û anî ziman, li derdora Minbicê gelek gund û gundik hatine rizgarkirin û pêşdeçûna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi lez û bi xurtî dewam dike.
Ji fermandarên Siwar El Minbic Ebû Mehmûd ragihand, wan li ser rewşa dawî ya li Minbicê agahî ji gelek çavkaniyan wergirtine û li gorî van çavkaniyan, çeteyên DAIŞ'ê ji ber ku gelek gund û gundik winda kirine, hejmara bendên kontrol zêde kirine, xendek li navenda bajêr kolandine û wesayîtên bombebarkirî amade dikin.
Ebû Mehmûd da zanîn, çeteyên DAIŞ'ê nahêlin sivîl ji bajêr derkevin, Kurdên li bajêr dijîn xistine qaşo girtîgehan û bi qasî 50 Kurd qetil kirine.
ÇETEYÊN DAIŞ'Ê JI CERABLÛS Û EL BABÊ ALÎKARIYÊ DIXWAZIN
Ji fermandarên Siwar Minbic Ebû Mehmûd anî ziman, hem li gorî çavdêriyên wan hem jî li gorî agahiyên wan ji çavkaniyên li Minbicê wergirtine, gelek emîr jî di nav de hejmareke zêde ya çeteyên DAIŞ'ê koçî aliyê Cerablûsê kirine.
Ebû Mehmûd da zanîn, çeteyên nikarin pêşî li pêşdeçûna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji herêmên Cerablûs û El Babê hêzeke alîkariyê xwestine.
'MINBIC GAV BI GAV AZAD DIBE'
Fermandarê Siwar Minbic da xuyakirin, ku ew zarokên Minbicê ne, li Minbicê ji dayik bûne, li Minbicê mezin bûne û ji bo azadkirina Minbicê pêwîstî bi çi hebe, ew ê wê bikin.
Ebû Mehmûd işaret bi girîngiya Minbicê ji bo çeteyên DAIŞ'ê kir û destnîşan kir, bajarê Minbicê herî kêm bi qasî Mûsil û Reqqayê girîng e. Ebû Mehmûd Minbic ji bo DAIŞ'ê şiband ahtapotê û ragihand, DAIŞ xwe bi giranî li ser vê herêmê li ser piyan digire.
Ebû Mehmûd da xuyakirin, ku Minbic li ser xeta bingehîn a navbera Sûriye û Iraqê ye û destnîşan kir, kengî Minbic azad bû, hingî wê bêhn li çeteyên DAIŞ'ê biçike.
Ebû Mehmûd diyar kir, azadkirina bajarê Minbicê yê ewçend stratejîk tê wateya tevizandina çeteyên DAIŞ'ê û ev yek wê ji bo şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bibe serketin destpêkê.
'EM HEWL DIDIN BIBIN BERSIV JI DAXWAZÊN GELÊ XWE RE'
Ebû Mehmûd bibîr xist, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser daxwaza gelê Minbicê ava bûye û got, "Weke zarokên Minbicê, me guh dan bangên gelê xwe û ji bo bibin bersiv ji pêdiviyên gelê xwe re me Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ava kirin."
Ebû Mehmûd da zanîn, piştî damezrandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wan mora xwe danîne binê pêngaveke bi vî rengî ya azadiyê û got, li gund û gundikên hatine azadkirin ew ji aliyê gelê Minbicê ve bi coşeke mezin hatine pêşwazîkirin.
'DAGIRKERIYA ÇETEYAN WÊ BÊ ŞIKANDIN Û MINBIC AZAD BIBE'
Ebû Mehmûd bal kişand ser desteka hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî ya ji bo Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û diyar kir, Minbiciyên li gund û gundikên hatine rizgarkirin dixwazin di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de cih bigirin û li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin.
Fermandar Ebû Mehmûd da zanîn, ev yek ji wan gelekî hêja û watedar e û da xuyakirin, ew ê bi azadkirina Minbicê re bibin bersiv ji daxwazên azadî, edalet, guherîn û veguherînê yên gelên Sûriyeyê re. Ebû Mehmûd bibîr xist, ku ji ber rejîma Baas, çeteyên DAIŞ'ê û komên çete yên ser bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê, gelên Sûriyeyê ev 6 sals in êşên giran dikişînin û destnîşan kir, ku ew ê van êşên gelên Sûriyeyê kêm bikin.
BANGA LI GELÊ MINBICÊ
Ebû Mehmûd bang li gelê Minbicê kir, ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê destekê bidin wan û soz da, ew ê tevî Ereb, Tirkmen, Çerkes û gelên din Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin.
Ebû Mehmûd herî dawî diyar kir, weke zarokên Minbicê ew ji gelê Minbicê dixwazin ku sebir bike, wan xwe nêzî bajêr kirine, ew ê dagirkeriya DAIŞ'ê bikişîne û Minbicê azad bikin.