8 şervan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin

8 şervanên di Operasyona Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Bi sedan welatiyên Kobanê cenazeyên têkoşer Zekî Zinar (Adil Belkî), Cam Çivîk (Seyit Riza), Ebdo Teyar (Şiyar Şêran), Mistefa Almazcan (Egîd Pirsûs), Dara Reşîdî (Çalak Zîrek), Mehmdûd Ehmed (Qehreman Partîzan),  Sûayî Ozbek (Nûman Amed) û Eqîl Hesen (Hebûn Boga) yên di Operasyona Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, ji saziya malbatên şehîdan wergirtin û ketin ser rêya goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê.

Cenazeyên têkoşeran bi karwanekî wesayitan ku bi alên YPG/YPJ’ê, QSD’ê û TEV-DEM’ê hatibû xemilandin, ber bi rêwîtiya dawî ve hatin birin. Welatiyan di rê de dirûşmeyên ‘Şehîd namrin’, bê navber berz kirin.

Li pêşiya goristanê şervanan darbestên hevrêyên xwe hilgirtin ser milê xwe û bi meşê derbasî goristanê bûn. Li vir bi dehan kesî cenazeyên têkoşeran pêşwazî kirin.

Paşê jî ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîma leşkerî hat lidarxistin.

Piştre Fermandar YPJ’ê Xemgîn Kobanê axivî. Xemgîn diyar kir, zarokên herêmê ji bo parastina axa xwe li ber xwe didin û got: “Erdogan digot wê Kobanê bikeve. Lê me jî jê re got wê nekeve û em ê bi ser bikevin. Di dawiyê de jî em bi ser ketin. Niha jî Erdogan û hevalbendên xwe hewl didin  ku kurdan tine bikin. Lê em dîsa jê re dibêjin, hemû planên we yên qirêj wê li bin bikevin û di dawiyê de em ê bi ser bikevin.”

Hevseroka Melîsa Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava –Bakurê Sûriyê Hediye Yûsiv jî mafê axaftinê wergirt û ev tişt got: “Ji bo ku em jiyaneke azad û bi rûmet bijîn, şehîdên me canê xwe didin. Ji  bo me şerefeke ku em li ser rêya wan dimeşin.”

Hediye Yûsiv di axaftina xwe de şervanên YPG/YPJ’ê yên ku di çeperên berxwedanê de li ber xwe didin, silav kirin.

Hevserokê Meclîsa Sîstema Federal a Rojava –Bakurê Sûriyê Mensûr Sellûm jî axivî û silav da berxwedana şervanên ku di çeperan de û herêmên xwe ji çeteyan rizgar dikin.

Di merasîmê de Hevserokê Desteya Parastinê yê Kantona Cizîrê Rêzan Gulo jî axivî û silav da berxwedana şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên ku herêmên xwe ji çeteyan rizgar dikin.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, belgeyên şehadetê yên têkoşeran hatin xwendin û cenazeyên wan di nava tilîliyan de, hatin veşartin.