'Ciwanên Kurd li ser şopa Êrîş û Gernasan bi ser dikevin'
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ronî Baz diyar kir, polîtîkayên AKP'ê li pêşberî berxwedana ciwanan roj bi roj têk diçin û got, "Divê ciwanên kurd li ser şopa Êrîş û Gernasan xwe bêhtir bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin."
DEVRÎM AMED/DELÎL GABAR
BEHDÎNAN/ANF
şemî, 4 pûşperê 2016, 14:21
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ronî Baz polîtîkayên AKP’ê yên li ser ciwanên Kurd nirxand.
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ronî Baz diyar kir, polîtîkayên AKP'ê li pêşberî berxwedana ciwanan roj bi roj têk diçe û got, "Divê ciwanên kurd li ser şopa Êrîş û Gernasan xwe bêhtir bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin."
Baz di destpêka axaftina xwe de, ciwanên di berxwedana xwerêveberiyan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr anî.
BERXWEDANA TÊ MEŞANDIN, KEDA ÇIL SALAN E
Baz bibîr xist, ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 40 sal in berxwedaneke bêhempa tê meşandin û destnîşan kir, pêvajoya heyî qonaxeke dîrokî ye. Baz diyar kir, dagirkerî li Kurdistanê lawaz bûye û got, "Gelê Kurd li hemberî dagirkeriyê dest bi berxwedana xweseriya demokratîk kir. Di têkoşîna me de cara yekem e pêngaveke wiha tê destpêkirin. Ev yek xwe dispêre têkoşîna çil salan. Têkoşîna li Bakurê Kurdistanê tê meşandin, biryara gelê Kurd a ji bo azadiyê hatiye destpêkirin. Di vê têkoşînê de di pêşengtiya ciwan û gelê Kurd de, ji aliyê leşkerî, civakî û rêxistinî ve weke pêngaveke hat destpêkirin. Di pêşengtiya ciwanên Kurd de, di kesayeta Êrîş Erdal, Botan, Rênas û Bermal de asta lêhengtiya gelê Kurd hat bilindkirin. Di pêşengtiya van lehenagan de gelê Kurd biryara xwe zelal kir."
HETA DAGIRKERÎ BI DAWÎ BIBE, EM Ê LI BER XWE BIDIN'
Baz di dewama axaftina xwe de diyar kir, dagirkeriya dewleta Tirk bi salane li ser axa Kurdistanê dewam dike û got, "Bi têkoşîna çil salan ev pûç bû. Dagirkeriya dewleta Tirk heta zivistana îsal bi tenê bi rê ya saziyan li ser Kurdistanê mabû. Di mejî û dil de qels bû. Lê hate merheleyek wiha ku diviyabû êdî saziyên dagirkeriyê li ser axa Kurdistanê nemîne. Ji ber ku dagirkerî ne rewa ye. Lewma ciwanan biryarek dan û gotin, heta dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka me rabe, em ê têbikoşin. Xweseriya hat îlankirin vê îfade dike. Eger ev ax axa qedîm e, pêwîste xwe bi rê ve bibe. Ji ber ku rêveberiyên biyanî nahêlin welatek ji bin koledariyê rizgar bibe. Ew îlan û berxwedan wê îfade dike. Li hemberî vê biryara dîrokî dewletê li derdora Erdogan hêzên faşîst bûn yek û kombûn û êrîşek pir hovane li ser ciwanên me da meşandin."
AKP BI NAVÊ OLA ÎSLAMÊ CIWANAN DIXAPÎNE
Baz bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên li ser ciwanên Kurd û wiha pê de çû; "Li her çar parçeyên Kurdistanê konseptên taybet tên meşandin. Bi van konsepta re êrîş li dahatûya gel tê kirin. Dema mirov li bingeha avabûna dewleta Tirk dinêrin, polîtîkayên îro li ser ciwanên Kurd tên meşandin baştir tên fêmkirin. Ji ber ku dewleta Tirk hebûna xwe li ser tinekirina gel û baweriyên cuda daye rûniştandin. Lewma di dîrokê de hinek gel hatine qirkirin û derxistin. Weke gelê Ermenî; li gelek cihan hat tinekirin. Li ser gelê Kurd polîtikayên hinek berfirehtir weke qirkirina çandî û fizîkî hat meşandin. Ev jî bi taybetî li ser ciwanên Kurd hat meşandin. Îro dema mirov li êrîşên dewleta Tirk ên li ser ciwanan dinêrin, baştir tê dîtin ku dixwazin çi bikin. Polîtîkayên li ser gelê Kurd tên meşandin çi ne? Heman polîtîkayên qirkirina çandî û fizîkî li ser ciwanên Kurd tên meşandinê. Ji dibistanan bigire heta her deverê, bişavtin li ser ciwanan tê ferzkirin. AKP bi navê Ola Îslamê dixwaze ciwanên Kurd bandor bitevizîne. Di heman demê de ciwanên neçar mane biçin metropolan û cihên ku potansiyela berxwedanê lê de xurt bû, li wan deran polîtikayên qirêj ên xistina exlaqî madê hişber dixin dewrê û sîxûrkirinê çê dikin."
'ŞEHÎDÊN BERXWEDANA BAKURÊ KURDISTANÊ XETA ŞER Û JIYANÊ NÎŞAN DAN'
Baz di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pêngava Bakurê Kurdistanê û got: "Pêwîste ciwanên Kurd li hemberî vê hişyar bin. Şehîdên berxwedana Bakurê Kurdistanê xeta şer û jiyanê nîşan dan. Ji niha û pê ve ciwanên Kurd bi kîjan şêwazê bijîn û têbikoşin wan hevalan xeta jiyan û şer diyar kir ji wan re. Ji niha û pê ve weke ciwanên Kurd yan tu yê di xeta berxwedanê de ji her aliyan ve li ber xwe bide, yan jî tu yê bibe perçeyek ji vê dagirkeriyê. Ji derveyê vê ti xet nema ye. Yên ku dibêjin welatparêz û Kurd in êdî şêwazê vê jiyanê nayê pejirandin. Êdî kesek vê napejirîne û jê bawer jî nake. Divê ku ciwanên Kurd êdî refên xwe diyar bikin. Êdî ciwanên Kurd bixwaze li ku bi çi awayî têbikoşe, derfetên wan hene, lê divê ku ciwanên Kurd êdî biryarek xurtir bidin."
DIVÊ CIWANÊN KURD BI KEVNEŞOPIYA LEHENGTIYÊ TÊBIKOŞIN
Baz axaftina xwe wiha dewam kir: "Têkoşîna çil salan gihaye merheleya dawî; yan wê serketinê bipejirînîn û bikevin dîroka bi rûmet, yan jî wê rûreşiyekê bijîn. Êdî em hatine ser rêyeke bi vî rengî. Ev derfet ji aliyê leşkerî û xweseriyê ve hatiye avakirin. Pêwîste ku ciwanên Kurd hemû fikarên malbatî bidin aliyekî. Li gorî kevneşopiya lehengtiya gelê Kurd, ku ciwanên Kurd ji me re vê demê hiştiye li vê xwedan derkevin. Ji her demekê zêdetir xwedî lê derkevin û derseke baş bidin Erdoganê faşîst. Ji ber ku ketina Erdogan dibe ketina faşîzmê û îflaskirina faşîzmê. Ji ber ku wî avabûna xwe li ser van bingehan daye rûniştandin. Lewma divê ciwanên Kurd ji her demê zêdetir cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin.
'TOLHILDANA HERÎ MEZIN TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN GERÎLA YE'
Divê revêber û dildarên AKP wek berê li Kurdistanê bi hêsanî nejîn. Pêwîste bi rengek rehet neyên ser axa Kurdistanê. Eger Erdogan û AKP’yî bêne Kurdistanê mitîngan çêbikin, ew ji bo ciwanan şermeke giran e. Yên ku dijminê gelê Kurd bin divê ku bi rengekî hêsanî li ser axa Kurdistanê nejîn. Eger ew nehêlin gel û ciwanên Kurd li ser axa xwe bijîn, wê demê divê ku ciwan jî nehêlin AKP’yî bi hêsanî bijîn. Ji bo ku bi cesaret û lehengîtiyeke di herî jor de nîşan bidin. Divê ku ciwan di vê pêvajoyê de hemû fikarên xwe bidin milekî û bê sînor bikevin nava têkoşînê. Eger niha ciwan pêşiya vê rîskê li ser gelê kurd tê meşandin negirin, wê kengî bigirin. Roj roja berxwedanê ye, ji ber ku Rêbertiya me, Partî û hemû mekanîzmayên me yên rêxistinî bangawaziya me dikin ji bo ku em bikevin nava berxwedaneke bêhempa. Gerîla pêngavek destpê kiriye û derbeyên pir giran li dijmin dide. Divê paralelî vê ciwan xwe tevger bikin. Pêwîste nerazîbûnên xwe diyar bikin û xwe tevlî têkoşînê bikin. Li zanîngehên dewleta Tirk nexwînin. Piştî welatê we were şewitandin û gelê te were qetilkirin di nava gelê te de bomba were teqandin. Ger ku ji heft heta heftê salî mirov werin kuştin û zarok werin qetilkirin, ger ku ciwanên kurd tên şehîd xistin û bedena wan têne têşîrkîrin li hemberê wê jî hîn ciwanên Kurd rehet bijîn, ev şaş e. Di destpêkê de divê ciwan vê nepejirînin û tevlî navê refên têkoşînê bibin. Ciwanên li Ewropayê, li welat û derveyî welat divê ku zanibin, tolhildana herî mezin ji AKP girtin tevlîbûna li nava refê gerîla ye. Girîng e ciwanên Kurd hestên xwe yên tolhildanê xurt bikin û bi têkoşîneke herî germ tevlî nava refê têkoşînê bibin."
LI TÊKOŞÎNA ÊRÎŞ Û GERNASAN XWEDÎ DERKEVIN'
Baz di dawiya axaftina xwe de got, "Bi nerazîbûn û nepejirandinên biçûk ev polîtika nayê pûçkirin. Di roja îro de şerê taybet di asteke pir kûr de tê meşandin. Dixwazin serê ciwanên Kurd tevîlhev bikin û li ser Kurd û Kurdistanê polîtikayên xwe yên qirêj bimeşînin. Lê li Sûr û Cizîrê têkoşînek bêhempa hat meşandin. Têkoşîneke nizm û kêm êdî nayê qebûlkirin. Lewma divê nerazîbûnên pir hişk bên nîşandan. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê, Başûr û Rojava yekbûn û rêxistinbûna xwe xurt bikin û bi bazdan berê xwe bidin refên berxwedanê û têkoşînê. Têkoşîna gelê Kurd ev 40 sal in tê meşandin û hatiye asta serketinê. Ew derfet heye. Ew asta cesaret, teorî û berxwedan jî hatiye avakirin. Ev roj roja li berxwedana şehîdan xwedî derketin e. Li şopa Êrîşan, Gernasan xwedî derkevin û asta têkoşînê bilind bikin, pîvanan bilind bikin. Ji ber ku wan hevalan navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nîvisandine. Yan wê ciwan navê xwe wiha binivîsin, yan jî wê jiyaneke bêwate bijîn. Ev derfet hatine avakirin. Divê ciwan li şopa şehîdan xwedî derkevin, koka dagirkeriyê biqelînin û li welatek azad û di nava derfetên azadiyê de bijîn.
Xwendin û xwe pêşxistin jî di welatek azad de dikare misoger bibe. Em di bin dagirkeriyê de nikarin bixwînin, em di welatek azad de û ji bo gelê xwe bixwînin. Em ne ji bo dewleta Tirk û yên din bixwînin em ji bo welatê xwe bixwînin. Banga me ji bo ciwanên Kurd ji her aliyan ve li têkoşînê xwe xwedî derkevin û xwe pêşbixin û tevlî nava refên gerîla bibin û artêşa gerîla mezin bikin da ku azadiya Rêbertî, Kurd û Kurdistanê zûtir pêk were."