Çeteyên Qesrê, hilweşîna li Şirnexê didomînin

Çeteyên Qesrê piştî daxuyaniya “Operasyon bi dawî bûn”, li Şirnexê bi teqemeniyan ve malan hildiweşînin û dişewitînin.

Çeteyên Qesrê piştî daxuyaniya “Operasyon bi dawî bûn”, li Şirnexê bi teqemeniyan ve malan hildiweşînin û dişewitînin.

Li Şirnexê piştî daxuyaniya “Operasyon bi dawî bûn”, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk di roja 82. de dewam dikin. Çeteyên Qesrê malên li bajêr yek bi yek xira dikin, li taxên Bahçelîevler, Yenî, Gazîpaşa, û Îsmetpaşayê jî malan bi teqemeniyan hildiweşînin.

Ji saetên sibehê ve bi dehan mal, ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin gule kirin û paşê jî bi teqemeniyan hatin hilweşandin.

Dîsa li taxên Bahçelîevler,Dîcle, Cûmhûriyet û Îsmetpaşayê gelek mal hatin şewitandin. Ji ber şewatê dûmana reş li asîmanê bajêr girtiye.