BI DÎMEN

'Saziyên xizmetê vediguherin saziyên komkujiyê'

Rêveberê Egîtîm-Senê yê Qoserê Ergîn Çetînkaya, der barê biryara AKP'ê de, ku dibistanan vediguherîne leşkergehan got, "Dewlet cihên xizmetê vediguherîne, cihên qetilkirina gel." Çetînkaya diyar kir, ew li dijî vê yekê li ber xwe bidin.

Hêzên dewletê ku sê dibistanên seretayî yên li Qoserê veguherandine biryargehê, tevî hemû nerazîbûnan jî xwe amade dikin, ku di rojên pêş de dibistanên din jî bikin biryargehên leşkerî.

Hêzên dewleta Tirk ên li qadên xwerêveberiyê yên li Kurdistanê konsepta şerê toyekûn dimeşîne, her qada jiyanê vediguherînin biryargeha leşkerî. Hêzên dewletê ku beriya niha saziyên tenduristiyê yên li Kurdistanê veduherandibûn biryargeha leşkerî, biryargehên wan ên nû dibistan in. Hêzên dewletê yên di bin fermana desthilatdariya AKP û Qesrê de ne, sê dibistanên seretayî yên li navçeya Mêrdîn Qoserê kirin biryargeha leşkerî. Ev hêzên dewletê zextê li hezaran xwendekaran û şêniyên li taxan dikin û li polan nivîsên nîjadperestî dinivîsînin. Gelek malbat zarokên xwe neşînin van dibistanên bûne leşkergeh. Tevî nerazîbûna Egîtîm-Sen û gelek saziyên civakî yên sivîl jî, hêzên dewletê amadekariyan dikin ku hin dibistanên din jî veguherînin leşkergehê.

Rêveberê Egîtîm-Senê yê Qoserê Ergîn Çetînkaya ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku ew ê li dijî konsepta şer a Kurdistanê vediguherîne leşkergehê li ber xwe bidin.

'DIBISTANÊN NÛ JÎ DIKIN LEŞKERGEH'

Çetînkaya da xuyakirin, ku bi hezaran polîs û leşkerên tîmên taybet di nava du mehên dawî de li dibistanên seretayî yên Mezopotamya û Tûrgût Ozal ên li taxên Koçhîsar, Sitki Turkoglû û Mezopotamyayê bi cih bûne ev der ji xwe re kirine biryargeh. Çetînkaya diyar kir, tevî hemû bang û hewldanên wan, li şûna terikandina van dibistanan leşker û polîs amadekariyan dikin li hin dibistanên din jî bi cih bibin.

Çetînkaya bibîr xist, li Kurdistanê gelek saziyên cemaweriyê weke leşkergehê tên bikaranîn û anî ziman, li Qoserê jî planeke bi heman rengî bi cih tê anîn û di demeke nêz de dibe ku saziyên tenduristiyê û gelek saziyê din ên xizmetê weke leşkergehê werin bikaranîn.

'ZEXT LI HEZARAN XWENDEKAR Û ŞÊNIYÊN TAXAN TÊ KIRIN'

Çetînkaya da zanîn, li van dibistanên veguherîne leşkergehê, ji ber zexta hêzên dewleta Tirk pirsgirêkên derûnî di nava xwendekaran de der bûne û malbat jî gelekî bi fikar in.

Navborî ragihand, hin malbat zarokên xwe nema dişînin van dibistanên veguherîne leşkergehê û destnîşan kir, eger dibistan ji hêzên dewletê neyên paqijkirin, wê bi hezaran zarok neçin dibistanan.

Ergîn Çetînkaya anî ziman, hêzên dewletê li van dibistanên veguherandine leşkergehê zextê li xwendekaran dikin, heqaretê li wan dikin û da xuyakirin, ku ne tenê li dibistanan, li taxên dibistan lê ne jî zext û heqaret li şêniyan tên kirin.

Çetînkaya ragihand, leşker û polîs, piştî bi dawîbûna dersan tên dibistanan û lê bi cih dibin. Çetînkaya da xuyakirin, ku li dibistana seretayî ya Mezopotamyayê hêzên dewletê di dema dersan de tên, zarokan ji dibistanê diqewirîn û heqaretê li wan dikin.

'EGER HÛN LI DIJ DERKEVIN, EM Ê DEST DEYNIN SER HEMÛ DIBISTANAN'

Çetînkaya da zanîn ku wan li ser mijarê serî li Midûriyetên Perwerdeya Milî yên Navçe û Bajêr dane, lê ti encam bi des nexistine û got, "Di hevdîtinan de me dît, ku rêveberên erkdar haya xwe ji rewşê nîne. Hêzên dewletê ji rêveberan re gotine 'Eger hûn li dij derkevin, em ê dest deynin ser hemû dibistanan'."

NIVÎSÊN NÎJADPERESTÎ

Çetînkaya diyar kir, hêzên dewletê li ser textên dersê yên li van dibistanan nivîsên faşîzan û nîjadperestî dinivîsînin û got, "Dewlet wê di çarçoveya konsepta şer a topyekûn de, hemû saziyên xizmetê didin gel veguherîne leşkergehên gel qetil dike." Çetînkaya da xuyakirin, ku hewl tê dayîn ev plan li her qada jiyanê bi cih were anîn û bibîr xist, heta ku konsepta şer di dewrê de be, ev pêkanîn wê bidome.

Çetînkaya destnîşan kir, Egîtîm-Sen û hêzên din ên demokratîk wê mîna her demê, di vê demê de jî li dijî plana şer û dagirkeriyê têbikoşe.

...