Li Rihayê 8 kes hatin girtin
Li Rihayê ji 14 kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin, 8 kes hatin girtin.
Li Rihayê ji 14 kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin, 8 kes hatin girtin.
Li Rihayê ji 14 kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin, 8 kes hatin girtin.
14 kesên roja berê li Rihayê û navçeyên wê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, derxistin pêşberî dozgeriyê. 14 kes piştî îfadeyên wan ji aliyê dozgeriyê ve hatin wergirtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Rêveberê HDP'ê yê Rihayê Mehmet Duvar, Hevserokê DBP'ê yê Halîliyeyê Îzzettîn Gok, Hevserokê DBP'ê yê Wêranşarê Hoşnav Ata, Eyup Bagişkondu, Aytekîn Kiliç, Hurriyet Seymen, Mûstafa Bazer, Gulsum Çîçek bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Îbrahîm Kurt, Mustafa Hazer, Şemse Akin, Bahar Degmez, Îbrahîm Halîl Çoban û Pinar Korkmaz bi şerta kontrola edlî hatin berdan.