Meşa ber bi serketin û azadiyê ve

Şervanên di nava Operasyona Rizgarkirina Minbicê de cih digirin, ji di baskan ve meşa xwe ya azadiyê didomînin. Şervan, ji ber ku xaka xwe ji çeteyên DAIŞ'ê paqij dikin, kêfxweş in.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê yê ji sala 2014'an û vir ve di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye, roja 1'ê Hezîrana 2016'an dest bi pêngavekê kir.

Pêngava rizgarkirinê ji du baskan ve tê meşandin. Baskê yekemîn ji aliyê başûrrojava û bakurrojavayê Bendava Rojava (Tişrînê), baskê duyemîn jî ji aliyê Qereqozaxê ve dest bi meşa xwe ya rizgariyê kir.

Çend wêne ji vê meşa azadiyê ya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê...

...