DEM-GENÇ’ê ji bo mîtînga Amedê banga tevlîbûnê kir
DEM-GENÇ’ê daxuyaniyek nivîskî da, banga li tevahî ciwanên Kurd kir ku sibehê li Amedê tevlî mîtînga “Li dijî derbeyê berxwedana demokratîk” bibin.
DEM-GENÇ’ê daxuyaniyek nivîskî da, banga li tevahî ciwanên Kurd kir ku sibehê li Amedê tevlî mîtînga “Li dijî derbeyê berxwedana demokratîk” bibin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên faşîst ên AKP’ê li dijî berxwedana şoreşgerî ya ev salekê dewam dike bi tevahî lez û giraniya xwe didome, got: “Yek ji rawestgehên herî girîng ê vî şerê ku dîktatortiya Erdogan piralî dimeşîne jî êrîşa 5’ê Hezîrana 2015’an li dijî mîtînga Amedê ye.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi êrîşa Amedê ve faşîzmê xwe bi awayekî eşkere daye der, got: “Bi vê êrîşî ve hewla şkandina daxwaza azadiyê û îradeya gelê Kurd pêş ketiye, lê bi hilbijartinên 7’ê Hezîranê û pêngava Şoreşa Rojava ve gelê Kurd bersivên pir xurt dane vê êrîşê. Îro jî di yekemîn salvegera vê êrîşê de dîsa dixwazin daxwaza azadiyê û îradeya gelê Kurd bişkînin. Hewl didin bi tundiyê bitepisînin. Li dijî vê ji bo em berxwedana şoreşgerî xurt bikin, bersiva pêwîst bidin faşîzmê, wek salek berê, em ê 5’ê Hezîranê dîsa li qada mîtîngê bin. Em banga li tevahî ciwanên Amedê dikin ku 5’ê Hezîranê saet 16.00’an li Qada Stasyonê bin. Pêwîst e ciwanên Amedê biherikin Qada Stasyonê. Divê tevahî gel û ciwanên Kurd li dijî hemû êrîşan jî israr û biryarbûna xwe ya berxwedanê nîşan bide. Ji bo pûçkirina faşîzmê, avakirina azadiyê tevger pêwîst e. Pêwîst e ciwanên leheng ên Amedê bi dînamîzm û wêrektiya xwe ve bê çawa ji faşîzmê natirsin nîşanî dost û dijminan bidin. 5’ê Hezîranê xwedî li bîranînên hevalên me derkevin û qada mîtîngê tijî bikin. Em ji tevahî ciwanên Amedê re dibêjin ‘Em qadan tijî bikin, faşîzmê bifetisînin’ û banga berxwedanê dikin.”