Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rêya Reqa-Minbicê qut kirin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku Girê Til Ûm Serrac ê ji bo çeteyên DAIŞ’ê xwedî girîngiyek stratejîk e kontrol kirin, rêya Reqa-Minbicê birîn.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku Girê Til Ûm Serrac ê ji bo çeteyên DAIŞ’ê xwedî girîngiyek stratejîk e kontrol kirin, rêya Reqa-Minbicê birîn.

Di roja 4’emîn a Operasyona Rizgarkirina Minbicê de çeteyên DAIŞ’ê derbeyek din a giran xwarin.

Nûçegîhanê me yê operasyonê dişopîne, ragihand ku hêzên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, saet nêzî 17.30’an li eniya Tişrînê bi pêş ve çûn, rêya Reqa-Minbicê qut kirin.

Tê diyarkirin ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi paqijrkirina Girê Til Ûm Serrac ê 10 kîlometreyan dikeve rojavayê ava Feratê û xwedî girîngiyek stratejîk e, li ser qadê serweriyek mezin ava kiriye.

Tê zanîn ku li Girê Til Ûm Serrac, qaşo Xalîfeyê DAIŞ’ê Ebûbekîr El-Bexdadî bi serçeteyan re civîn li dar xistibû, cihekî stratejîk û xwedî parastinek mezin bû.