Malbata vegeriya Geverê qeza kir: 6 mirî, 4 birîndar

Malbata Salar a piştî êrîşên qirkirinê vegeriya Geverê, qeza kir. Di qezayê de 3 jê zarok 6 kesên di mînîbusê de jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li ser rêya Amed-Rihayê, mînîbusa ji aliyê Sadik Salar (24) ve dihat ajotin, li kîlometreya 30. ji ber sedemeke ne diyar wergeriya.

Di wesayîta ku ji Rihayê diçû Geverê de, 10 ferdên malbata Salar hebûn. Ji ber qezayê ajokar Sadik Salar û 3 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Birîndar bi helîkoptera ambûlans û ambûlansên din rakirin nexweşxaneyên li Amedê.

Hat ragihandin, malbata Salar a ji Geverê, piştî rakirina "qedexeya derketina derve" li navçeyê vedigeriya.