Li dijî Rojava êrîşên artêşa Tirk û çeteyan dewam dikin
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyan a li hember xaka Rojava didome.
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyan a li hember xaka Rojava didome.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk a li hember xaka Rojava dewam dikin. YPG’ê got: “Di çarçoveya van êrîşan de artêşa Tirk 1’ê Hezîranê di saet 18:00’an de li hember gundê Bobanê yê dikeve rojavayê Kobanê bi çekên giran êrîşek pêk anî.”
2’yê Hezîranê di saetên nîvro de jî artêşa Tirk ji herêma gundê Merwaniyê ya giredayî navçeya Şiye ya Efrînê sînorê Rojava derbas kir. Artêşa Tirk a ku bi leşker û wesayîtên zirxî xaka Rojava dagir kir, gelek darên li herême jî birîn.
2’yê Hezîranê saet derdora 24:00'an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin ser gundê Zormixar a dikeve rojavayê Kobanê. Komên çeteyan 3’yê Hezîranê di saet 10:30'an de jî, ji heman herêmê xwestin têkevin qadên hêzên me. Piştî mudaxeleya hêzên me, komên çete ji qadê revîn û saet 12:00-13:00'an bi çekên giran heman herêm bombebaran kirin.”
Daxuyaniya YPG’ê bal kişand ser van xususan:
LI ŞÊXLERÊ 8 ÇETE HATIN KUŞTIN
“4’ê Hezîranê saet derdora 00:30'an de çeteyên DAIŞ’ê hewl dan têkevin bajaroka Şêxler a dikeve başûrrojavayê Kobanê. Hêzên me bersivên tund dan van çeteyên ku nuqteyên di bin serweriya hêzên me de hedef digirtin û derbên giran li çeteyan xistin. Hêzên me di demeke kurt de çete dorpêç kirin û zêdetirî 8 çeteyên ku piraniya wan xwekuj bûn, kuştin. Çeteyên din ên tevlî êrîşê bibûn jî neçarî ji qadê reviyan. Hêzên me tevî 8 cenazeyên çeteyan dest danîn ser 2 kleş û bêtelekê.
2 hevalê me yên ku di şikandina êrîşên çeteyan de bi fedakarî û bi lehengî şer kirin, gihiştin şehadete.
DERBEYÊN GIRAN LI ÇETEYÊN KU XWESTIN ÊRÎŞÎ ŞEDADÊ BIKIN HATIN XISTIN
4’ê Hezîranê saet derdora 04:00'an de çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê gundê Ezawî ya dikeve başûrê bajaroka Şedad a giredayî Hesekê êrîşek li dar xistin. Komên çeteyan ku zêdetirê wan çeteyên xwekuj bûn ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin. Li vir 10 çete hatin kuştin. Di navbera hêzên me û komên çeteyên ku bi hêzên teqwiye hewl didin êrîşên xwe bidomînin, cih bi cih şer diqewime.