Ji YPG’ê têkildarî meşa li Silûkê daxuyanî

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê, têkildarî meşa ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li bajarokê Silûk ê girêdayî Girê Spî hat organîzekirin, daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya YPG’ ê bi vî awayî ye:

“Di roja 3’yê Hezîranê de hin niştecihên bajaroka Silûk a giredayî Girê Spî bi sorkirina hin kesên alîgirên DAIŞ’ê ve li dijî hêzên me yên ewlekariyê meşek li dar xistin. Rixmê ku tê zanîn ji ber sedemên ewlekariyê ketina bajarokê Silûkê qedexe ye û ev sedem ji aliyê hemû niştecihên bajarok tên zanîn jî ev alîgirên DAIŞ’ê vê kirin sedem û ji bo nerehetiyê li herême ava bikin, serî li rêyek bi vê awayî dane.

Dema pêşveçûna meşê, ji nav ev kesên dimeşiyan fîşek hatin teqandin û li ser vî esasî hêzên ewlekariyê ji bo belavkirina van kesan hin fîşek di hewa de teqandine. Giredayî vê bûyerê endamekî DAIŞ’ê yê bû sedemê vê rûdanê hatiye binçavkirin. Dîsa der barê bûyer û berpirsiyaran de lekolînên pêwîst tên meşandin.”