Di çalakiya sabotajê ya li Amedê de 8 leşker hatin kuştin
Di çalakiya sabotajê ya li ser rêya Amed-Farqînê de qasî ku hate zelalkirin 8 leşkerên Tirk mirin, 8 jî birîndar bûn. Li Bedlîsê jî kontrayê bi navê Tûncay Aktaş ji aliyê gerîlayan hate cezakirin.
ANF
BEHDÎNAN
şemî, 4 pûşperê 2016, 14:44
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê diyar kir ku 3’yê Hezîranê saet 10.20’an hêzên gerîlayan li ser rêya Amed-Farqînê li dijî konvoya artêşa TC ên derketibûn operasyonê û li erazî xebatên lêgerînê dikirin, çalakiya sabotajê li dar xistin, got: “Di çalakiya li hember 2 wesayîtên zirxî yên Kîrpî de Kîrpiyek rûxiya, yê din jî derbe xwar. Li vir 8 leşker mirin, 8 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê jî gelek ambûlans û helîkopterek ambûlans ên aîdî artêşa TC mirî û birîndarên xwe rakirin. Ev çalakî ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Azad Sîser ji bo bîranîna hevalê me Kûrtay Faraşîn hatiye lidarxistin.”
KONTRAYÊ BI NAVÊ TÛNCAY AKTAŞ HATE CEZAKIRIN
Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin: “Li navenda Bedlîsê kontrayekî bi navê Tûncay Aktaş ji aliyê hêzên gerîlayên me ve hate cezakirin. Ev kontrayê bi navê Tûncay Aktaş, demek dirêj e bi artêşa TC re xebatên îstîxbarata dimeşand; 1993’yan de jî li gundê Korcan ê girêdayî Bedlîsê di şehadeta 6 hevrêyên me de cih girtiye. Ev şexsê ku xebatên xwe yên qirêj didomand, di êrîşên 24’ê Tirmehê de şebekeyek sîxuran a girêdayî xwe jî ava kiriye. Ev pêkhateyê xebatên kontra bi berfirehî didomand, hewl dide cihê gerîlayên me deşîfre bike û li ser esasê şehîdxistina hevalên me rêxistinbûyin ava dikir, demekê hate şopandin û roja 1’ê Hezîranê li navenda Bedlîsê hate cezakirin.”
HPG’ê destnîşan kir ku 3’yê Hezîranê saet 17.30’an hêzên gerîlayan li dijî qereqola Erbo ya girêdayî navçeya Hewêl a Sêrtê çalakiyek sûîqestê li dar xistine, di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha berdewam kir:
“28’ê Gulanê saet 06.30’an yekîneyek gerîlayên me dema li bejahiya Osmaniyeyê li ser wezîfeyê bûn bi yekîneyek dijmin re hevrû hatine û şer derketiye. Di şer de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin, yekîneya me bi saxlemî vegeriyaye bargehên xwe.
3’yê Hezîranê saet 10.00’an hêzên gerîlayên me bi li derdora girê Şehîdan ê li xeta sînorê navçeya Qileban a Şirnexê bi çekên giran li leşkerên ku çeper tamîr dikirin dan. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vê çalakiyê nehatin zelalkirin.
3’yê Hezrîanê saet 14.30’an li derdora girê Şehîd Kendal a li xeta sînorê navçeya Qileban a Şinrexê, hêzên gerîlayên me li hember 2 leşkerên ku li gel kepçeya rê çêdikir disekinîn çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa TC girê Şehîd Zinar û qada Deriyê Davetiya bi obus, hewan û tankan bombe kir.
3’yê Hezîranê saet 08.00-08.30’an hêzên gerîlayên me bi çekên giran li kepçeyeke ku li derdora girê Genîş ê li qada Şemzînan a Colemêrgê dan û kepçe derb kirin.
3’yê Hezîranê saet 11.00-12.00’an balafirên şer ên TC girê Şehîdan ê girêdayî herêma Zagros a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.
23’yê Gulanê mabeyna yekîneyek gerîlayên me yên li xeta rê ya navçeya Keman a Erzînganê diçûn wezîfeyê û leşkerên artêşa TC de şer qewimî. Piştî şer yekîneya me ji qadê dûr ketiye. Di şerê duyem ê 25’ê Gulanê de ev yekîneya me di şer de bi berxwedanek lehengî gihiştine şehadetê.”
NASNAMEYA 3 GERÎLAYAN
Nasnameya 3 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Dijwar Batman
Nav û Paşnav: Serhat Taş
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik û Bav: Melîha - Eyyup
Dîrok û Cihê Şehadetê: 25’ê Gulana 2016’an /Erzîngan
***
Nasnav: Mahîr Cûdî
Nav û Paşnav: Ako Abdûllahî
Cihê Jidayikbûnê: Banê
Navê Dayik û Bav: Fatma - Celîl
Dîrok û Cihê Şehadetê: 25’ê Gulana 2016’an /Erzîngan
***
Nasnav: Seyitxan Biryas
Nav û Paşnav: Îbrahîm Galîn
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Hediye - Seyithan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 25’ê Gulana 2016’an /Erzîngan