Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, agahiyên li ser nasnameyên 8 gerîlayên li Geverê jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Kurd, di asteke hêja de xwedî li dîroka vejînê ya bi pêşengiya Rêber Apo hat afirandin derketiye, li dora tevgera me ya azadiyê li hev civiya ye, bûye gelekî destana berxwedanê dinivîsîne û sekneke bi rûmet nîşan daye. Yên ku ev dîroka berxwedana destanî nivîsandine, şehîdên me ne, ku canê xwe feda kirine, bi lehengiya xwe bûne sembol, bi vîna xwe dijmin tevizandine û tevlî karwanê nemiran bûne."
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Me dabûn xuyakirin, ku artêşa TC roja 23'ê Gulanê li herêma navbera gundên Zêvkan û Kertînîz ên navçeya Geverê, cenazeyên 8 gerîlayên me yên şehîd ketin, bi helîkopterên Skorsky rakir. Ev koma me xwedî tecrûbeyeke şer bû û ji hevalên ku bi rojan li dijî dijmin şer kirin, pêk dihat. Ji aliyê me ve hatiye fêmkirin, ku ev koma me ya gerîla di encama komployekê de şehîd hatiye xistin.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine:
Nasnav: Agir Adar
Nav paşnav: Yûnûs Dolanbay
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navên dayik û bav: Gulîzar-Salih
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Gulana 2016 / Colemêrg
Nasnav: Bahoz Botan
Nav paşnav: Erkancan Ecevît
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Navên dayik û bav: Zehra-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Gulana 2016 / Colemêrg
Nasnav: Çekdar Azad
Nav paşnav: Abdûrrahman Tûnç
Cihê ji dayikbûnê: Stenbol
Navên dayik û bav: Hediye-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Gulana 2016 / Colemêrg
Nasnav: Dilêr Arîn
Nav paşnav: Çiya Yûsûfî
Cihê ji dayikbûnê: Kamyaran
Navên dayik û bav: Sobya Mîrzaî-Mahmût Yûsûfî
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Gulana 2016 / Colemêrg
Nasnav: Hogir Çiya
Nav paşnav: Nêçirvan Kaya
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navên dayik û bav: Sarya-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Gulana 2016 / Colemêrg
Nasnav: Piling Faraşîn
Nav paşnav: Erhan Abo
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Navên dayik û bav: Hiyal-Şaban
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Gulana 2016 / Colemêrg
Nasnav: Şervan Amara
Nav paşnav: Mehmet Salîh Buyukertaş
Cihê ji dayikbûnê: Riha
Navên dayik û bav: Şemse-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Gulana 2016 / Colemêrg
Nasnav: Welat Kop
Nav paşnav: Sînan Ornek
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Navên dayik û bav: Sûna-Fesîh
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Gulana 2016 / Colemêrg
Hevrêyên me Agir Adar (Yûnûs Dolanbay), Bahoz Botan (Erkancan Ecevît), Çekdar Azad (Abdûrahman Tûnç), Diler Arîn (Çiya Hûsûfî), Hogir Gever (Nêçirvan Kaya), Piling Faraşîn (Erhan Abo), Şervan Amara (M. Salîh Buyukertaş) û Welat Kop (Sînan Ornek) ên ji Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava tevgera me ya azadiyê bûn, bi hişmendiya welatparêziyê mezin bûn û bûn xwedî sekneke mezin a xwe gorî parastina nirxên gelê me dikin. Êşa giran a ji ber şêweyê şehadeta wan em dikişînin, wê bibe wesîle ku em hîn bi biryardarî sozên me dane wan bi cih bînin.
Em ji malbatên xwe yên hêja re sersaxiyê dixwazin. Berxwedana gelê me di oxira armancên mezin de bi dayîna berdêlên giran dimeşîne, bersiva herî bi rûmet dide xiyanet û teslîmiyetê. Divê yên ku ev komplo kirine zanibin, em ê bi heman biryardariyê hesab ji wan bipirsin."