PDK'ê avêt ser buroya REPAK'ê

Hêzên asayîşê yên ser bi PDK'ê avêtin ser buroya Hewlêrê ya Navenda Têkiliyan a Jinên Kurd (REPAK). Tevî amûrên tê de deriyê ofîs hat kilîdkirin.

Hêzên asayîşê yên ser bi PDK'ê, danê sibehê saet di 09:00 de PDK'ê avêtin ser buroya Hewlêrê ya Navenda Têkiliyan a Jinên Kurd (REPAK). 

Hêzên Asayîşê endamên REPAK'ê yên li hundirê ofîsê derxistin derve û bêyî ku karekî qanûnî bikin, yekser deriyê ofîsê kilîd kirin.

Navenda Têkiliyan a Jinên Kurd di Adara 2014'an de li gorî qanûnên Başûrê Kurdistanê hatiye damezrandin û bi gelek saziyên jinan ên li qada herêmî û navneteweyî di nava têkiliyan û diyalogê de ye. REPAK herî dawî beşdarî Konferansa Jinan a Navneteweyî ya li Nepalê bû û koordînatoriya Rojhilata Navîn a konferansê kir.