'ENKS xizmetê ji Tirkiyeyê re dike, dijminatiyê jî li Rojava dike'
Endamê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Cemal Şêxbakî diyar kir, ENKS xizmetê ji Tirkiyeyê re dike û hêzeke ku dijminatiyê li Rojava dike.
Endamê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Cemal Şêxbakî diyar kir, ENKS xizmetê ji Tirkiyeyê re dike û hêzeke ku dijminatiyê li Rojava dike.
Endamê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Cemal Şêxbakî diyar kir, ENKS xizmetê ji Tirkiyeyê re dike û hêzeke ku dijminatiyê li Rojava dike.
Serokê P.D.K.S û endamê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Cemal Şêxbakî planên gemarî yên ENKS'ê yên li hemberî Rojava, ji ANF'ê re nirxand.
ENKS JI BO PARÇEKIRINA KURDAN HAT DAMEZRANDIN
Şêxbakî diyar kir, ENKS a xwe dispêre dewleta Tirk û PDK'ê, li pêşberî rewşa parçebûyî ya Rojava bi zexta çend partiyan komîteyek ava kiriye û got, "Tirkan bi rêya PDK'ê, PDK'ê jî bi rêya partiyên ENKS'ê yên bi xwe ve girêdayî, PYD li derve hiştin." Şêxbakî da xuyakirin, ku şertên pêşkêşî PYD'ê hatin kirin hatibûn qebûlkirin û tevî ku PYD'ê got, 'Em her tiştên we nivîsandine qebûl dikin û tevlî dibin' jî PDK'ê ev rewş qebûl nekiriye. Şêxbakî got, "Em îro baştir fêm dikin, bê çima PYD nehatiye qebûlkirin."
Şêxbakî da zanîn, ew weke 5-6 partî bi tundî li dijî vê biryara dervehiştina PYD'ê derketin û wan gotin, ku ev yek li şûna yekîtiyê, rê li ber parçebûnê vedike.
Şêxbakî diyar kir, berevajî ENKS'ê ya li otelên Hewlêrê û metropolên Tirk bi cih bû, PYD'ê di nava gelê Rojava de kar kir û li dijî çeteyan têkoşîneke mezin meşand. Şêxbakî got, "Piştî ku van dîtin PYD mezin bû û bû xwedî qîmet, hewldan PYD'ê bixin bin bandora xwe, kedî bikin û birizînin. Hewl dan bi peymanên Hewlêr 1 û 2 vê bikin.
'DI ŞERÊ KOBANÊ DE XWESTIN TAWÎZÊ BIGIRIN'
Şêxbakî anî ziman, ENKS a ku bi peyaman Hewlêrê encama dixwest bi dest nexist, xwest êrîşa çeteyan a li hemberî Kobanê ji xwe re bike firsendek, ev yek weke şantajê bi kar anî û got, "Ez hingî li Duhokê bûm. Mîna ku cihê birînê tev bidin, diketin nava hewldanan. Erdoagn li meydana dike qareqar û digot 'Kobanê li ber têkçûnê ye'. Hêzên mîna PDK-ENKS jî ku di bin bandora Tirkan de ne, bi têgihiştina 'ev niha qels bûne' xwestin peyama Duhokê bikin û tawîzan werbigirin. Ji ber ku li gorî wan, eger Kobanê têk biçe, wê projeya Rojava û şoreş bi temamî tine bibe. Lê belê berxwedana dÎrokî ya li Kobanê bendewariyên wan û projeyên wan têk bir.
Yên ku dil û wijdanê wan bi şervanên Kobanê re bûn, bawer bûn ku 2 metre jî bimîne wê di dawiya dawî de bi ser bikevin."
'HUCREYÊN RAZAYÎ YÊN ENKS'Ê XIZMETÊ JI KÊ RE DIKIN?'
Serokê P.D.K.S Cemal Şêxbakî da xuyakirin, ku ev hêzên ji derve ve hewl dan şoreşê têk bibin lê bi ser neketin, niha dest avêtine nava gel û dixwazin bi derxistina pirsgirêkan re rê li ber rizandinê vekin.
Şêxbakî işaret bi fesadiya ENKS li Rojava derdixîne kir û got, "Dest bi karên îllegal ên veşartî yên ku weke hucreyên razayî yên tarî pênase dikin, kirin. Li Tirbespiyê dema teqemenî amade dikirin, bi wan de teqiya. Ji hingî ve ev derdor di nava karên qirêj û tarî de ne. Ji wê demê ve bêguman der barê ewlekariyê de çavên me girtî nînin. Haya me ji hemû karên wan hene. Her kes dizane li pişt van karên qirêj dewleta Tirk heye. Dibe ku navê van Kurd be. Lê belê ti eleqeya van û siyaseta van bi Kurdanr e nîne. Hemû di xizmeta dewleta Tirk a faşîst de ne. Kurdên xwe firotî ne."
Şêxbakî ragihand, yek ji parçeyên gelên Sûriyeyê Kurd û gelên Rojava ye û got, "Weke gelên Sûriyeyê em ê biryara çawaniya jiyana bi hev re bidin. Tu Fûat Alîko û Riyad Eshad, nikarin der heqê me de biryarê bide. Em mirovên li Rojava bi hev re dijîn, ne li Stenbol, Riyad û Hewlêrê, em li Rojava li Qamişlo, Efrîn, Kobanê, Minbic, Heleb û Şedadê li hev rûdinên û em ê biryara xwe ya jiyana bi hev re bidin. Niha bi awayekî zelal xuya dike bê kî zilmê dike, şîdetê dike û kî xizmetê ji wekhevî, azadî û demokrasiyê re dike."
Şêxbakî destnîşan kir, ku YPG û YPJ'ê ev 4-5 sal in nehiştine zerareke biçûk li şeref û namûsa gelên Rojava bibe û got, "Ev besî me ye."