Gelê Zagrosan Geverê naterikîne
Şêniyên Geverê, li ser komkujî û talana li navçeya wan hatiye kirin ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, ew ê bajarê xwe neterikînin. Geveriyan gotin, "Yên li bendê bûn ku em ê Geverê biterikînin, xeletî kirin."
Şêniyên Geverê, li ser komkujî û talana li navçeya wan hatiye kirin ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, ew ê bajarê xwe neterikînin. Geveriyan gotin, "Yên li bendê bûn ku em ê Geverê biterikînin, xeletî kirin."
Li Geverê, piştî îlana 'xwerêveberiyê' di 13'ê Adarê de derketina derve hat "qedexe"kirin. Piştre di navbera polîs/leşkerên Tirk û hêzên YPS'ê de bi mehan şerekî dijwar qewimî. Ji ber bomberdûmana bi tank û topan zêdeyî 8 hezar xaniyan zerar dîtin. Piştî ku "qedexe" bi roj hat rakirin, Geveriyan dest bi vegerê kirin.
Şêniyên Geverê, li ser komkujî û talana li navçeya wan hatiye kirin ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, ew ê bajarê xwe neterikînin. Geveriyan diyar kirin, yekemîn gelê xwecihî yê li Çiyayên Zagrosê jiya ye gelê Kurd e û gotin, "Yên li bendê bûn ku em ê Geverê biterikînin, xwe xapandin. Û wê dîsa xwe bixapînin."
KURDAN BI DEH HEZARAN SALAN LI HEMBERÎ DAGIRKERAN LI BER XWE DAN
MEHMET REŞÎT KARTAL: Ez mirovekî extiyar im, ji vê saetê û şûn ve ez nikarim li derveyî Geverê bijîm. Lê xaniyê min şewitandin e. Ka em birayên hev ên Misilman bûn? Lîderekî ku birayê xwe ji bo serokatiyê difiroşe, dijminê temamiya mirovahiyê ye. Bi dîtina min, Tirk jî ne xema Tayyîp Erdogan e. Ji ber ku du gelên têkiliya hezar salî di navbera wan de hebû, kir dijminê hev. Sedema yekane jî serokatî ye. Di encama berdêlên ku Kurdan li Çanakkaleyê, Kore û Sarikamişê da de, îro dikarin baxivin. Mirovekî ku fermana kuştina mirovan dide, gelo çêdibe Misilman be? Li Geverê bi hezaran kes bê mal hiştin, zarokên vî gelî kuştin. Li Kopenhagenê ji wan re gotin, 'Hûn zarokên Kurdan dikujin', lê îman bi van re nîne. Lewma ez ji van re dibêjim ew kafir in. Rast e mala min şewitandin e, lê ev ne girîng e. Kurdan bi deh hezar salan li dijî talanker û dagirkeran li ber xwe dane. Bila li dîroka Kurdan a li Zagrosê binêrin, dûre planên bêmirovhiştina Geverê bikin."
'EM LI BINÊ KONAN BIMÎNIN JÎ, EM Ê CIH Û WARÊN XWE NETERIKÎNIN'
NAHÎDE TERZÎOGLÛ: Dema qedexeya derketina derve hat ragihandin, em neçar man ji taxa xwe derkevin. Bi qasî 3 mehan em nikarîbûn bên mala xwe. Dema zarokên min xaniyê me yê şewitî dîtin, tirsiyan. Em bi xwarina ji aliyê şaredariyê ve tê belavkirin, xwe têr dikin. Hêvîdarim ku ev zilma li gel tê kirin wê rojekê biqede Bi hêviya vê yekê em ji nû ve li xaka xwe vegeriyan. Dixwazin gelê Geverê ji vir koçber bikin. Lê belê, eger em di binê konan de jî bijîn, em ê bajarê xwe neterikînin."
'EM Ê LI BER DEWLETÊ NEGERIN'
MÛSA ERYILMAZ: Sê nifşan bi hev re şahidî ji şewitandin û hilweşandina Geverê re kirin. Gelê Kurd ê 40 sal in ji bo jiyana bi nasnameya xwe têdikoşe, ev zilm dît. Li hemberî zarokên vî gelî, mîna ku welêt ji dagirkeriyê rizgar bikin, bajarê me hilweşandin. Heman rêbaza DAIŞ'ê ya li Sûriye û Iraqê, li Geverê hat bikaranîn. Niha li kolana mala min lê ye şopa guleyekê jî nîne. Lê belê mala min ji xwe re kirine biryargeh û piştre şewitandine. Niha jî qaşo di bin navê veguherîna bajarvaniyê de dibêjin wê ji nû ve ava bikin. Ew me zêde eleqedar nake. Lê eger li bendê ne ku em ê li ber wan bigerin, wê demê xwe dixapînin. Gelê Geverê wê di nava her şert û mercî de jiyana xwe ji nû ve ava bike.